Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê Tîrmehê de di saet 13.45’an de li Sêrtê li dijî derdora Gundê Turik ku bi ser Dihê ye ji aliyê artêşa TC’ê opesasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîla yê me û dijmin de pevçûnek qewimiye, di encama pevçûnê de leşkerek ji aliyê gerîla yê hatiye kuştin.
Pîştî pevçûnê bi piştgiriya bombebarana helîkopterên kobra bi helîkopterên skorskiyan bi daxistinan operasyon hatiye berfireh kirin. Opeasyon di 14’ê Tîrmehê de bêencam paş de zîviriye.
2. Di 14’ê Tîrmehê de di navbera saet 15.00-19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêm û kela Ertûşê, paleyên Garê ya biçûk, Girên Şehîd Cîhad, Şehîd Newal û Cehennem, Gundên Çiyareş, Sernê, Ditaza û Nêrveh ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 15’ê Tîrmehê de di navbera saet 04.00-05.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî quntarên girên Bilican û Guvenlikê, Kela Ertûş, Paleyên Garê ya biçûk, Girê Şehîd Colemerg, Girê Şehîd Newal û Gundê Hîlalê ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra êrîş hatiye lidarxistin.
15 Tîrmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê