HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ji 11’ê Tîrmehê û vir ve li Amed’ê li sêgoşeya Ferqîn, Qulpê û Lîcê li dijî Rêşanê, Bamitnê, Zilek, Şêlima, Hindiv, Dahla Zerê, Geliyê Godernê, Gomê Çalê, Mala Gir û li derdora wê ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna 5000 leşkeran operasyonek berfireh hatiye lidarxistin. Di 14’ê Tîrmehê de piştî nîvro li derdora saet 15.00’ân de di navbera dijmin û gerîla yê me de pevçûnên dijwar hatiye jiyandin.

Di encama pevçûnên dijwar ên heta saetên êvarî berdewam kirî de, Artêşa TC’ê bi armanca tunekirina gerîla yê me ji hewa û bejahî de bi çekên giran herêm bombebarankiriye. Di encama pevçûnan de 20 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 3 çekên dijmin jî, 2 BKC û yek jê melez ji aliyê gerîla yê me hatiye desteserkirin. Ji van 20 leşkeran 5 jê kontrayên girêdayî Artêşa TC’ê yên cilê gerîla li wan hatiye kirin e. Di encama êrîşên dijmin de li herêmê şewat derketiye, şewata herêmê hîn jî berdewam dike. Di nava hemû pevçûnan de 2 gerîla yê me jî bi lehengî li berxwedaye û şehîd ketiye.

 

Nasnameyên hevalên me yê şehîd ketiye;

Canfeda Dag - Zekî Çolaker

Navê kod: Canfeda Dag
Nav û paşnav: Zekî Çolaker
Sal û cîhê jidayikbûyinê: 1982 / Wan
Navê dê û bav: Rizkat - Mehmet
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2004 / Wan
Dîrok û cîhê tevlêbûnê: 14 Tîrmeh 2011 / Fsrqîn, Amed

Şoreş Amed - Mehmet Kocakaya

Navê kod: Şoreş Amed
Nav û paşnav: Mehmet Kocakaya
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1989 / Amed
Navê dê û bavê: Lemiha - Enver
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2010 / Amed
Dîrok û cîhê jidayikbûnê: 14 Tîrmeh 2011 / Farqîn, Amed

2. Di 14’ê Tîrmehê de di derdora saet 17.30’an de li Dersimê li dijî Şaşkê, Salxan, Gayretova, Otlubaş, Kozluca, Geliyê Sefkan û Gamir ku girêdayî Pulurê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi bi piştgiriya helîkopterên kobra bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Beşek ji hêzên operasyonê xwe weke paş de vedikişe nîşan dide, lê operasyon ber bi jorê Pulurê berfireh dibe û berdewam dike.

3. Li Dersimê du endamên Egemen Înşaatê yên qereqola ava dike, yên bi navê Mûstafa Arikan û Mûrat Keskîn ji aliyê gerîla yê me hatiye girtin. Lêpirsîna van kesan berdewam dike.

4. Di 15’ê Tîrmehê de di navbera saet 15.00-16.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Xeregol, Girê Mahîr Mîrzo, Gundên Reşmê û Zerê ku bi ser Zapê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

16 Tîrmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê