Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Tebaxê de (îroj) di danê sibê de li Çewlikê li dijî Xecan, Geliyê Xecan û daristanên Ayi ku bi ser navçeya Dara Hênê ne ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.
2. Di 3’yê Têbaxê de di navbera saet 17.00-18.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Şehîd Şoreş û Notê ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 3’ê Tebaxê de li Çewlikê li dijî herêmên Xeylan û Perwariyan ku bi ser Dara Hênê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di heman rojê de bêencam paş de zîviriye.
4 Tebax 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê