Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Tebaxê de di saet 21.30’an de li Mêrdînê di navbera Gundên Kertmînê û Erbo ku bi ser Midyadê ne ji aliyê gerîla yê me li dijî xeta petrolê ya Botaşê çalakiyek sabotajê hatiye lidarxistin.
2. Di 1’ê Tebaxê de li navçeya Elbakê di navbera gundê Çûxê û Qereqola Bableşînê ku bi ser Geliyê Guzeldereye li dijî panzêreke venêrîna nasname û rê dikir ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 8 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 1 leşker jî birîndar bûye. Di dema paşvekişîna gerîla yê me de du pevçûnên din hatiye jiyandin, di van pevçûnan de Qeymeqamê Elbakê, alîkarê wî û 3 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiya ji aliyê gerîla yê me hatiye lidarxisitn ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî Çiyayê Mengene, Çiyayê Mavê, Çiyayê Spîrêz û herêma Meydanê ku bi ser herêma Guzeldereye operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
5 Tebax 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê