Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5'ê Adarê de di navbera saet 13.00-17.00'an de li navçeya Colemergê Çelê li dijî Girê Şehîd Mazlûm, Nizarên Başûkê, xeta sînor a Çelê û derdora Qereqola Girê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helÎkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
2. Di 5'ê Adarê de di navbera saet 09.00-11.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Birîndara, Girê Karker, Geliyê Harûna û derdora Kanî Tûyê ya bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hate bombekirin.
3. Di 5'ê Adarê de li navçeya Colemergê Çelê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên skorskyan leşker û cepxane vediheztine qereqola Girê.
4. Di 3'ê Adarê de di navbera saet 13.00-15.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Bêtka, Spindarokê û Geliyê Feqîra yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hate bombekirin.
6 Adar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê