Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7'ê Adarê de di navbera saet 14.30-15.30'an de li navçeya Colemergê Çelê li ser xeta sînor li dijî Girê Bilîcanê, Gundê Şifreza û Qeleya Ertûşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
2. Di 7'ê Adarê de di navbera saet 15.30-16.30'an de li navçeya Colemergê Çelê li ser xeta sînor li dijî Girê Şehîd Mazlûm û Geliyê Feqîra ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
3. Ji 3'ê Adarê û vir ve li navçeya Colemergê Çelê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li leşker û cepxane tê veguheztine Qereqolên Şikêr, Serê Sevê û Girê.
8 Adar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê