Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27'ê avrêlê de ji hêla Artêşa TC'ê ve li hember qadên Garêya Biçûk û Şîva Hespa ku girêdayî Çelêya Colemêrgê ne operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ku di 28'ê avrêlê de bi paş ve vekişiya ye, piştre dijmin bi armanca keşf û kemînavêtinan li qadan yekîneyên veşartî hiştine.
2. Di 28'ê avrêlê de danê sibehî hetanî êvarî ji hêla Artêşa TC'ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şehîd Cîhat, Şehîd Zekî, Şehîd Çeko û Girên Ertûşê û qadên Gundê Erbîşê û qada Şîfrezayê êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
29 Avrêl 2010
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG'ê--