Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Tîrmehê de di saetên êvarî de li Mûşê li dijî herêma Koxê ku bi ser Gimgimê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon a li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.
2. Di 7’ê Tîrmehê de di navbera saet 17.00-18.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Şehîd Berîtan, Girê Şehîd Kurtay û Neqeba Telefonê ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 7’ê Tîrmehê de di derdora saet 04.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Şehîd Dijwar ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 7’ê Tîrmehê de ji saet 08.00’an heta 8’ê Tîrmehê de saet 02.00’an de li Colemergê li dijî Siwarê Benê, Helwesîs û Girê Nehînê ku bi ser navçeya Çelê ya ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxisitin.
5. Di 8’ê Tîrmehê de di navbera saet 01.00-02.00’an de li Sêrtê li dijî herêma Garisa ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.
6. Ji 6’ê Tîrmehê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî Çiyareş, Xeregol, Girê Cehenne, Gundên Nêrveh û Ditaza ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
7 Tîrmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê