HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 7’ê Tîrmehê de (îroj) di saet 04.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundên Stûnê, Kiyê û Şetanûs ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di van êrîşan de ji aliyê Artêşa TC’ê gazek spî ya piştî diteqe bi qasî 100 metrê ye belav dibe hatiye avêtin.

2. Dİ 7’ê Tîrmehê de (îroj) di navbera saet 04.00-05.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Garê ya biçûk, Girên Şehîd Cîhad û Şehîd Rifat û herêma Ertûş ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 5’ê Tîrmehê de li navçaya Colemergê Geverê li ser riya Yeşîldere ji aliyê gerîla yê me li dijî du çawuşên pispor çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiya ji bo zextên li ser gelê Gevêrê dihat kirin de du çawuşên pispor ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştîn.

4. Di 5’ê Tîrmehê de di saet 14.30’an de li Dersimê li dijî Dereboyu, Paleyên Şehîd Ahmed, Alîkahraman û Kirmizikopru ku bi ser navçeya Pilumurê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a li herêmê hîn jî berdewam dike.

5. Artêşa TC’ê di 5’ê Tîrmehê de li navçeya Dersimê Pulurê operasyonek hatibû destpêkirin. Operasyon a li herêmê li dijî Mişgirek, Sincik, Şehîd Seyit, Ballimezra, Nokta Moralê, Nenikan, Ortadag, Şehîd Ayhan, Nokta Buzdolabiyê ku bi ser navçeya Pulurê ye hatiye berfirehkirin û hîn jî berdewam dike.

6. Di 6’ê Tîrmehê de li Mêrdîn li dijî Miştînê ku bi ser navçeya Mahsertê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon a li herêmê di saetên êvarî de bêencam paş de zîviriye.

7 Tîrmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê