HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

 Roja 31’ê Tîrmehê saet di navbera 23:00’an  û roja 2’ê Tebaxê saet 05:00’an de li ser xeta sînor a Heftanînê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê artêşa dagirker a Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif pêk aniye. Ev tevgera hewayî li herêmên me yên gerîla her ku diçe zêdetir bûye. Li gorî vê;

Roja 2’ê Tebaxê (îro) saet di navbera 06:00 – 12:00’an de li ser herêma Metîna, 1’ê Tebaxê saet di navbera 04:30 – 15:30’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif pêk aniye.

Roja 1’ê Tebaxê saet di navbera 06:00 – 11:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov, gundên Golka, Şelazê û Yekmalê yên girêdayî herêma Metîna ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombebaran kiriye.

Roja 1’ê Tebaxê saet di navbera 14:30 – 16:30’an de ji qereqola Bilîcan a li ser xeta sînor a herêma Zapê ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, bi obus û hewanan herêma Etrûş bombebaran kiriye. Dîsa qereqola Êrîş a li ser xeta sînor herêma Tepê Hakan bi tankan bombebaran kiriye. Her wiha di encama bombebaranên artêşa Tirk de li erazî şewat derketiye û hîna jî şewat berdewam dike.

Roja 1’ê Tebaxê saet di navbera 16:00 û roja 2’ê Tebaxê saet 04:00’an de li Alaya TRT’ê ya Şirnexê li hemberî herêmên Gabar, Girê Cotyar û Gûdîk Şêx bi obus û hewanan bomberdûman pêk aniye.

Di van sê rojên dawiyê de qereqola Gurya ya girêdayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê; herêma Girê Hermo bi obus û hewanan bomberdûman dike. Di encama bomberdûmanê de li erazî şewat derketiye.

Roja 1’ê Tebaxê saet 09:00’am gerîlayên me li hemberî qereqolên Bezok, Oremar, Sivrî, Grana û alaya Rûbarûk a li ser xeta sînor a herêma Avaşîn a Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bi obus û hewanan çalakiyekî li darxistine. Di encama çalakiyê de li qereqolan zerera madî çêbûye. Piştî çalakiyê qereqolên li ser xeta sînor li hemberî herêmên Govêndê, Şehîd Afat, Şehîd Ronahî, Tepê Xwedê û Şehîd Gafûr bi obus, hewan û tankan bomberdûman pêk anîne.

Dîsa di heman saetan de balafirên şer ên Tirkan herêma Govendê bombebaran kiriye.”

 3 gerîlayan me jiyana xwe ji dest daye

Di vê pêvajoya dîrokî ya têkoşîna me ya azadiyê pêşketinek mezin bidest xistî, Hevrêyên me Dilşa (Fûnda Bektaş), Rojhilat (Tîmûr Avan) û Sîdem (Seher Talay) ên li ser rehên xwe yên welatparêz tevlî têkoşînê bûyîn û meşeke fedekarî pêkanîn di encama êrîşên 30’ê Tîrmehê pêkhatîn de gihiştine şehadetê.

Hevrêyên me yên ku hişmendiya welatparêziyê ya ji Amed, Wan û Şirnexê girtine tevlî refên gerîlayan bûne û hevrêyên me li hemberî hemû êrîşên ku pêşketine nûne xwedî biryardariyek a milîtanî bersivdayînê. Wan hevalan li hemberî komkujiyên ku li hemberî gelê me tê pêşxistin, berxwedan mezintirkirine û di bersivdayînê kedên xwe yên mezin nîşandane. Em soza ji bo bîranînên hevrêyên me yên di dema vî erkî de di encama bomberdûmanên artêşa TIrk de şehîd ketine berxwedanê ber bi serketinê ve birinê didin.

dilsa funda_small

 

 

Nasnav: Dilşa Axîn Resar

Nav û Paşnav: Fûnda Bektaş

Cihê Jidayikbûnê: Şırnak

 Navê Dayik û Bav: Bedriye - Osman

Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Tîrmeh 2015 / Herêmên Parastinê yên Medya

 

Dılşa – Funda Bektaş

rojhilat timur_small

 

 

Nasnav: Rojhilat Arxuk

 Nav û Paşnav: Tîmûr Avan

 Cihê Jidayikbûnê: Wan

 Navê Dayik û Bav: Hatice – Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Tîrmeh 2015 / Herêmên Parastinê yên Herêmê

 

 Rojhılat – Timur Avan

sidem seher_small

 

 

 Nasnav: Sîdem Amed

Nav û Paşnav: Seher Talay

 Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Gulîzar - Cafer

Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Tîrmeh 2015 / Herêmên Parastinê yên Medya



Sidem – Seher Talay

2 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG