Ji çapemenî û raya giştî re!
Tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk li qadên gerîlayen me dewam dike. Li hemberî êrîşên artêşa Tirk çaakiyên gerîlayen me jî zêde dibin. Li Dêrsimê derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hat xistin. Li Mûş û navçeya Amed Pasûrê jî rê ev hefteyeke di bin kontrola gerîlayen me de ye.
Di 2'ê Tebaxê saet di navbera 14:00 - 20:00 de li qada Şemzînan a Colemêrgê artêşa TC a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye. Ev tevgera hewayî li qadên gerîlayen me dewam dike. Li gorî vê yekê;
Ji saet 21:00 ê 2'ê Tebaxê heta saet 08:00 ê 3'ê Tebaxê li qada Avaşînê, roja 2'ê Tebaxê saet di navbera 09:00 - 13:00 û ji saet 20:00 heta saet 12:00 ê 3'ê Tebaxê li herêma Zapê û xeta sînor, pêgerên hewayî yên artêşa Tirk ên bê mirov keşif kirine.
2'ê Tebaxê saet di navbera 13:00 - 17:00 de qereqola Oremarê ya li navçeya Şirnex Geverê, bi obus, hawan û tankan qada Şehîd Gafûr a herêma Avaşînê bombe kir. Ev êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî herêmên me yên gerîla, her zêde dibin.
Li gorî vê yekê;
Roja 2'ê Tebaxê saet di navbera 16:00 - 17:00 de qereqola Bezelê ya li ser sînorê herêma Zagrosê, obus û hawan avêtiye herêma Çarçela.
2'ê Tebaxê saet di navbera 03:00 - 06:00 de ji alaya TRT a li Şirnexê, bi helîkopter, balafirên şer û obusan girê Cotyar, herêma Gabarê û Girê Komando hatine bombekirin.
3'ê Tebaxê saet di navbera 08:00 - 09:00 de qereqola Êrîş a li ser sînorê herêma Zapê ye, Girê Hakan, 2'ê Tebaxê saet di navbera 08:00 - 10:00 de qereqola Êrîşê qada Xeregol a ser bi herêma Şehîd Rustem bi obus û hawanan bombebaran kiriye. Her wiha 2'ê Tebaxê saet di navbera 13:30 - 14:30 û 15:00 - 16:00 de qereqola Bilican a li ser sînor, bi obus, hawan û tankan Girê Guvenlîk, Garê ya Biçûk û gundê Erbîşê bombe kir."
GERÎLAYÊN ME LI GELEK NAVENDAN ÇALAKÎ LIDAR XISTIN
li hemberî polîtîkayên şer ên dewleat Tirk gerîlayen me çalakiyên xwe zêde kirine
1'ê Tebaxê saet di 22:45'an de li navçeya Mêrdîn Mîdyatê li hemberî leşkerên ewlekariya xeta petrolê ya navbera gundên Ekser û Gindirêsê dikirin, çalakiyek hat lidarxistin. Li dijî 2 maşînên bi tîpa kobra yên ji bo dewriyê hatin vê derê, çalakiya sabotajê pêk hat. Di vê çalakiyê de maşînek bi temamî hat rûxandin, ya din jî derb xwar. Mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehatin zelalkirin. Artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir. Roja 2'ê Tebaxê artêşa Tirk li herêmê derketiye operasyonê û operasyon heman rojê bi awayekî bêencam mayî bi dawî bûye.
Di 31'ê Tîrmehê saet di 03:00 de gerîlayên me li hemberî Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Şirnex Hezexê bi çekên giran û ferdî çalakî pêk anîne. Mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonê kiriye û heman rojê vekişiya ye.
2'ê Tebaxê saet di 00:00 de gerîlayên me li hemberî konvoya li navçeya Şirnex Hezexê derbas dibû çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di dema çalakiyê de bi çekên giran û ferdî ji cihekî nêz derbên bi bandor li konvoyê hatiye xistin. Di vê çalakiyê de maşîneke TOMA hatiye rûxandin û derb li maşîneke zirxî hatiye xistin. Li vir bi zelalî 2 polîs hatine kuştin.
1'ê Tebaxê saet di navbera 06:00 - 11:00 de gerîlayên me rêya Berwarî-Şax ên Sêrtê girtin, kontrola rê kirin û der barê pêvajoyê de agahî dan gel.
LI DÊRSIMÊ DERB LI HELÎKOPTERA SKORSKY HAT XISTIN
1'ê Tebaxê gerîlayên me li navçeya Dêrsim Pulurê, bi çekên giran û ferdî li helîkoptereke Skorsky ya ji qereqola Bîlgeçê rabû xistin. Li ser vê yekê polîsên tîmên taybet saet di 10:00 de bi maşînên zirxî hatin herêmê û gerîlayên me li hemberî wan çalakiya sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 polîsên tîmên taybet hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Li gorî biryara Walîtiya Dêrsimê herêmên Kûtlû Dere, Valî Dere, Kozmerîk, Kûrûşlû, Leter, Geliyê Sal, derdora ava Geyîklî, derdora goristana navendê, Çemê Layk, Alî Bogazi, Dola Xat, Dokûz Kayalar û Vîran di navbera 4-19'ê Tebaxê de weke herêmên qedexe hatine îlankirin.
RÊYA MÛŞ-AMED PASÛRÊ EV HEFTEYEKE DI BIN KONTROLA GERÎLAYEN ME DE YE
Rêya Mûş-Amed Pasûrê ev hefteyeke di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Ji saet 19:00 ê 2'ê Tebaxê heta saet 09:00 ê 3'ê Tebaxê gerîlayên me rêya Amed-Çewlikê xistine bin kontrola xwe.
2'ê Tebaxê saet di navbera 19:00 - 23:00 de gerîlayên me rêyên navbera Mûş-Gimgim-Kopê li çûnûhatinê girtin.
Di sibeha 2'ê Tebaxê de gerîlayên me rêya Amed-Çewlikê li çûnûhatinê girtin û bi awayekî kontrolkirî rê didin derbasbûna wesayîtan.
3 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG