HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6’ê îlonê operasyona li dijî Bileh, Binevş, Derzengilê û Geliyê Lewînê ku ji aliyê Artêşa TC’ê hatibû destpêkirin û ji aliyê fermandariya hêzên bejayî Erdal Ceylanoglu dihate birêvebirin ku bêyî agahiya qereqolê hatibû lidarxistin, ji raya giştî hatibû ragihandin. Di çerçoveya operasyona di 6’ê îlonê destpêkiribû û li navbera Colemerg-Wanê bi awayekî navendî hatibû lidarxistin, li dijî Geliyê Lewînê, Nebirnavê, Golhesena, Çiyareşkê, Bileh, Binevş, Gundik, Derzengilê û Beleka ku bi ser Colemergê ne ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye girtin. Operasyona 10 hezar leşker tevlêbibû ji aliyê dijmin ji sê aliyê êrîşî ser gerîla yê me hatiye kirin. Di encama pevçûnande 6 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 9 gerîla yê me jî birîndar bûye. Herweha çekek ferdî û 2 çente yên leşkerî ji aliyê gerîla yê me hatiye desteserkirin. Navê yek leşkerî ku hatiye kuştin jî Bayram Gultekîn e. Artêşa TC’ê ku ji pevçûnan nikarîbû encam bigire, mecbûr maye ku cenaze yên xwe bihêlin û paşde bizîvirin. Piştre bi bikaranîna teknîka zêde û bombebarankirina 4 helikopterên kobra û bi balafireke şer êrîş berdewam kiriye. Di pevçûnên tevî ku 9 gerîla yê me birîndar bûn jî heta êvarî berdewam dike û 9 gerîla yên me bi lehengî şer dikin û digihîjin şahadetê.

2. Di 9’ê îlonê di navbera saet 20.30-23.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî gir û geliyê Bêtalma, Gundê Heftenînê û Deriyê Dawetiyê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 9’ê îlonê de di navbera saet 21.00-24.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Alaniş ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Di 10’ê îlonê (îroj) di navbera saet 00.00-01.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Partîzan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

5. Di 6’ê îlonê de li Çewlik li dijî Şerafettîn, Pîşekê û Sincik ku girêdayî navçeya Kanîreşê ne ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna cerdewanên Çirik û Sogukhanê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî bi rengê kemîn avêtina berdewam dike.

6. Di 5’ê îlonê de li Sêrtê li dijî derdora gundê Ebûbekira ku bi ser Garisa ye di navbera leşkerên dijmin ên derketibûn operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin, hevalê me yê bi navê Rizgar Zagros ( Mahmût Qadirî) jî bi lehengî şerkiriye û gihîştiye şahadetê. Di 6’ê îlonê serê sibê de li dijî herêma pevçûnê bi daxistinan operasyon hatiye berfireh kirin û herweha ji aliyê helikoperên kobra li dijî herêmê hatiye bomberankirin.

Agahiyên nasnameyên hevalê me yên şehîd ketine;

Rizgar - Mehmût Qedrî

Navê kod: Rizgar Samurend
Nav û paşnav: Mahmut Qedrî
Cîh û sala jidayikbûn: 1979 / Ûrmiye
Cîh û sala tevlêbûnê: 1999 / Ûrmiye
Navê dayik û bav: Xwaz / Huseyn
Cîh û dîroka şahadetê: 5 Îlon 2010 / Garisa / Sêrt

Mazlum - Ferman Ozlu

Navê kod: Mazlum Mamxuri
Nav û paşnav: Ferman Ozlu
Cîh û sala jidayikbûn: 1978 / Colemerg
Cîh û sala tevlêbûnê: 1994 / Wan
Navê dayik û bav: Perîhan / Îrfan
Cîh û dîroka şahadetê: 6 Îlon l 2010 / Colemerg

Nûrî - Suleyman Elî

Navê kod: Nurî Kahraman
Nav û paşnav: Suleyman Elî
Cîh û sala jidayikbûn: 1985 / Dirbêsiyê
Cîh û sala tevlêbûnê: 2006 / Dirbêsiyê
Navê dayik û bav: Fatma / Elî
Cîh û dîroka şahadetê: 6 Îlon l 2010 / Colemerg 

Heqî Ugut Kar

Navê kod: Heqî Piling
Nav û paşnav: Ugur Kar
Cîh û sala jidayikbûn: 1992 / Mêrdîn
Cîh û sala tevlêbûnê: 2005 / Mêrdîn
Navê dayik û bav: Fatma / Sadûn
Cîh û dîroka şahadetê: 6 Îlon l 2010 / Colemerg

Cesûr - Beytullah Ozkan

Navê kod: Cesûr Colemerg
Nav û paşnav: Beytullah Ozkan
Cîh û sala jidayikbûn: 1988 / Colemerg
Cîh û sala tevlêbûnê: 2006 / Heftenîn
Navê dayik û bav: Ayşe / Salman
Cîh û dîroka şahadetê: 6 Îlon l 2010 / Colemerg

Şahîn - Yusuf Şahîn

Navê kod: Şahîn Kendal
Nav û paşnav: Yusuf Şahîn
Cîh û sala jidayikbûn: 1990 / Cizîrê, Şirnex
Cîh û sala tevlêbûnê: 2010 / Cizîrê, Şirnex
Navê dayik û bav: Fehîme / Mehmet
Cîh û dîroka şahadetê: 6 Îlon l 2010 / Colemerg

Rizgar - Recep Kutlar

Navê kod: Rızgar Başkale
Nav û paşnav: Recep Kutlar
Cîh û sala jidayikbûn: 1992 / Wan
Cîh û sala tevlêbûnê: 2009 / Wan
Navê dayik û bav: Aliye / Ekrem
Cîh û dîroka şahadetê: 6 Îlon l 2010 / Colemerg 

Şoreş - Ulaş Bozan 

Navê kod: Şoreş Agirî
Nav û paşnav: Ulaş Bozan
Cîh û sala jidayikbûn: 1987 / Tutax, Agirî
Cîh û sala tevlêbûnê: 2009 / Colemerg
Navê dayik û bav: Seher / Giyasettin
Cîh û dîroka şahadetê: 6 Îlon l 2010 / Colemerg

Xwînrêj - Hasan Doru 

Navê kod: Xwînrêj Cûdî
Adı ve soyadı: Hasan Doru
Cîh û sala jidayikbûn: Silopî / Şirnex
Cîh û sala tevlêbûnê: 2010 / Silopî / Şirnex
Navê dayik û bav : Perî / Eli
Cîh û dîroka şahadetê: 6 Îlon l 2010 / Colemerg

Zagros - Musab Doman

Navê kod: Zagros Bawerî
Adı ve soyadı: Musab Döman
Cîh û sala jidayikbûn: 1992 / Wan
Cîh û sala tevlêbûnê: 2010 / Wan
Navê dayik û bav: Rewşen / Bahattin
Cîh û dîroka şahadetê: 6 Îlon l 2010 / Colemerg

 

10 Îlon 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG