HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 12’ê îlonê de li dijî herêma Akdag ya bi ser Amede ye ji aliyê balefirên şer ên Artêşa TC’ê êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata destpê kiriye hîn jî berdewam dike.
2. Di 11 û 12’ê îlonê de di navbera saet 10.00-11.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî gundê Hergûş, Mawata û Mamreşo ku bi ser Zagrosê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşande du gundiyên Ergus û Mawata birîndar bûye. Agahiyên di derbarê bûyerê de dema ji aliyê me hate zelalkirin wê ji raya giştî re were ragiahandin.

 

3. Di 12’ê îlonê de di derdora saet 10.00’ande li Colemergê di navbera Bêyşebab û gundê Sêtkarê li dijî 20 leşkerên ku dixwestin girek bigirtana ji aliyê gerîla yê me bi armanca bîranîna gerîla yê me yên li Colemerg û Garisa şehîd ketine çalakiyeke tolhildanê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 1 jê cerdewan 6 leşkerên dijmin hatiye kuştin. 1 jê cerdewan 3 leşkerên dijmin jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê li Bêyşebabê û li derdora herêma çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di heman rojê di danê êvarî de bê encam paşde zîviriye.

4. Di 12’ê îlonê de di derdora saet 08.00’ande li navçeya Sêrtê Dihê li nêzî girê Misesra li dijî 20 leşkerên bi armanca rêgirtinê hatibûn, bi armanca bîranîna gerîla yê me yên li Colemergê û Garisa yê şehîd ketibûn, ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke tolhildanê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de ku di çapemeni ya dijmin de 1 kuştî yê xwe dabûn, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

5. Di 11’ê îlonê de di saet 15.30’ande li navçeya Sêrtê Dihê li dijî tankêra ji qereqola gundê Nivila re av dibire û 5 leşker li ser bû, di riya vegerê de, 200 metre nêzî qereqolê ji aliyê tîma çalakiyê ya Şehîd Rizgar, ji bo li banga gel a tolhildanê bibin bersiv û ji bo bîranîna gerîla yê me yên li Colemerg û Garisa yê şehîd ketine çalakiyeke tolhildanê hatiye lidarxistin. Di encama çalaki ya hatiye lidarxistin de tankêra avê hatiye îmha kirin, 5 leşkerê dijmin jî ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê di 12’ê îlonê di danê serê sibê de li dijî herêma çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê bi piştgiriya helîkopterên kobra operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di heman rojê de piştî nîvro bêencam paşde zîviriye.

6. Di 11’ê îlonê de di saet 05.00’ande li navçeya Colemergê Çêlê de ji qereqolan Bilicanê li dijî gundê Zavîtê ku bi ser Colemergê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de zevî  û bexçe yên gundiyan zirar dîtiye.

13 Îlon 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG