HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 13’ê Îlonê de di saet 21.30’an de li navçeya Pazarcixê ya bi ser Mereşê ye di navbera bajarokên Pazarcixa jêrîn û jorîn li dijî wesayiteke polîsan ya dewriye digeriya ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de polîsek ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, polîsek jî birîndar bûye

. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa metinger a TC’ê li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

 

2. Di 17’ê Îlonê de (îroj) di navbera saet 02.00-03.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Kanî Qirêj, Neqeba Kanî Qirêj û Gundê Sînînê ku bi ser Xinêrê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiyê gerîla yê me çênebûye.

3. Di 14’ê Îlonê de li Dersimê li dijî herêmên Deşt û Çîçekliyê ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di 16’ê Îlonê de bêencam paş de zîviriye.

17 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê