Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Cotmehê de di navbera saet 19.00-20.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Goristana Şehîdan ya li Xinêrê ji aliyê artêşa dagirker bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
2. Di 6’ê Cotmehê de di navbera saet 20.00-21.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Herguş ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
3. Di 6’ê Cotmehê de di navbera saet 08.00-10.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şehîd Sîpan û Şehîd Ayhan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 6’ê Cotmehê de di navbera saet 18.00-21.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Bektorya ya bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tankan hatiye topbarankirin.
5. Di 6’ê Cotmehê de piştî nîvro li Colemergê di navbera Şemzînanê û Rubarokê li nêzî gundê Bênavokê ji aliyê gerîla yê me li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin yek leşker jî birîndar bûye.
6. Di 7’ê Cotmehê de di navbera saet 04.00-08.30’an de li navçeya Azarpêrtê ya bi ser Çewlikê li nêzî herêma Karkuçê li dijî Girên Batûfa, Mayin û Koordîne, Neqeba Karker, Kela Cehennem, Kizilagaç, Zozanên Çatak û Şehîd Rodiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistina operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
7. Di 4’ê Cotmehê de di navbera saet 16.00-17.15’an de ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxitin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmên Korxê û Bilbilek bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin. Herweha ji aliyê tank û maşînên bi zirxî heta serê sibê ya 5’ê Cotmehê hatiye topbarankirin. Ji aliyê artêşa dagirker ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin her weha heta dotira rojê bi dijwarî herêm hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranan de gerîla yê me Hasan Engîn- Muslum Goçer gihîştiye şahadetê.
|
Nasnav: Hasan Engin |
8. Di 5’ê Cotmehê de di saet 05.00’an de li Colemergê li dijî herêmên Kato Marinos û Katoyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li dijî navserên Kelacengê, Kato Marînos, Kato Ortê û Kejanê bi daxistinan hatibû destpêkirin herêm ji aliyê helîkopterên kobrayan 3 saetan hatiye bombebarankirin. Pişt re heta piştî nîvro ji aliyê tankan li dijî Kelacengê û navserên Katoyê Ortê hatiye topbarankirin. Cardin ji aliyê balefirên şer ên artêşa dagirker a tirk li dijî Geliyê Marînos 8 caran êrîşên hewayî hatiye lidarxistin. Artêşa dagirker a tirk ku ji van êrîşan encam negirtiye, li Geliyê Kawalê û Geliyê Haritê tank û maşînên bi zirx bicîh kiriye û pişt re li dijî Kato Kavalê û Katoyê Ortê bi tankan hatiye topbarankirin. Di heman rojê di saet 17.00’an de başûrê Kato ji aliyê helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombebarankirin û li dijî Siwarê Xelê, Marînos û navserên di navbera Tûyê de bi daxistinan operasyon hatiye berfirehkirin. Operaysona li herêm ê hîn jî berdewam dike.
7 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê