Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5’ê Cotmehê de di saet 13.00’an de di navbera Bêdlêsê û navçeya Hawêl ya bi ser Sêrtê di navbera qereqola Zîzek û herêma Dahula de li dijî 3 maşînên dag geyigî û 5 kemyonên cephane barkirî de ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de kemyonek cepxane barkirî ji aliyê gerîla yê me ve hatiye rûxandin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
2. Di 6’ê Cotmehê de di saet 06.00’an de li navçeya Kanîreşa Çewlikê li dijî herêma Kizilagacê bi daxistinan ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operaysona li herêmê hîn jî berdewam dike.
3. Di 6’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 03.00-04.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Reş, Girên Sîro û Koordîne ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 5’ê Cotmehê de di navbera saet 20.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Kanala, Kartal, Sîpan, Kûtê Mele Yahya, Şehîd Delîla û Gundê Keşanê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye herweha şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.
5. Di 4’ê Cotmehê de di saet 04.00’an de li navçeya Şaxê ya bi ser Wanê ye li dijî herêmên Nûdizê, Geliyê Dizîzê, Zozanên Aruh û Mêrkaşîno, Girên Gulcemedê, Ezdînan, Hirorê û Deşta Tolo ji aliyê artêşa dagirker bi 2 helîkopterên kobra û bi 4 helîkopterên skorskyan bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Di 5’ê Cotmehê de dijmin hêzê xwe yê operyasonê vedikişîne navenda Şaxê. Di heman rojê de di saet 03.30’an de li dijî yekîneyeke veşartî ya li gelîyê Dizîzê bi armanca keşf û kemînan mabû ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 6 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye.
6. Di 3’ê Cotmehê de di saet 21.30’an de li navçeya Hezexê ya bi ser Şirnexê li dijî 2 maşînên akrep ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 polîsên tevgera taybet ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, ajoker jî bi birîndarî reviyaye nav sîvîlan. Wesayit a din a akrep jî ji herêma çalakiyê direve.
7. Di 3’ê Cotmehê de di saet 01.00’an de li navenda Çewlikê li dijî şantiya balafirgehekê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de karkêrên li vir hatine binçavkirin, şantiye û wesayitek ji aliyê gerîla yê me hatiye şewitandin. Karker jî piştî hatine hişyarkirin serbest hatine berdan.
8. Di 1’ê Cotmehê de li Dersimê li dijî herêma Akvanûsê ji aliyê artêşa TC 6 çekên havanê û 3 çekên A-4 hatiye bicîhkirin û li dijî herêmê bi helîkopterên kobra demeke dirêj hatiye bombebarankirin. Operaysona li herêmê hîn jî berdewam dike.
9. Di 4’ê Cotmehê de li Colemergê operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmên Meydan Zengilê, Çelê Çengê, zozanên Kato Marînos, Karçetê û Melîxa ku bi ser Katoyane bi berfirehî berdewam dike.
10. Di 4’ê Cotmehê de li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û bajaroka Rûbarokê çalakiya ji aliyê gerîla yê me hatibû lidarxistin de 11 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.
6 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihangin a HPG’ê