HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya gişti re!

1. Di 20’ê Tebaxê de di navbera saet 18.30-20.00’ande li Şırnex li dijî herêma Besta ji aliyê Artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

2. Di 19’ê Tebaxê de li navçeya Sêrtê Berwari yê li dijî herêmên Çaçê, Xot û Kaniya Marê ji aliyê Artêşa TC hatiye şewitandin.

3. Di 19’ê Tebaxê de ji saet 19.00 heta 20’ê Tebaxê saet 07.00’an li Herêmên Parastina Medya li dijî gundên Zêrê, Bircila û Şifreza û herêma Xeregolê ji aliyê Artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşêde agirê li hêrêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

4. Di 18’ê Tebaxê de li Şırnex li dijî herêma Besta û Şehrîbanê ku bi ser Besta yê ye ji aliyê Artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de agirê li Şehrîbanê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

5. Di 7’ê Tebaxê li navçeya Şirnexê Hezexê komeke hevalê me ku çibûn wezîfeyekê hevalê me Dilşad Eravî (Nasir Nexşînî) di encama qezayekê de gijîştiye şahadetê.

Agahiyên nasname ya hevalê me yê şehîd ketiye;

Dilşad - Nasir Nexşînî

Navê Kod: Dilşad Emavî
Nav û Paşnav: Nasir Nexşînî
Cîh û Dîroka Zayînê: 1987 / Urmiye
Cîh û Dîroka Tevlêbûnê: 2004 / Urmiye
Navê Dayik: Leyla
Navê Bav: Huseyin
Dîroka Şehadetê: 7 Tebax 2010 / Hezex, Şirnex

Dilşad – Nasir Nexşînî

Hevalê Dilşad di sala 1987’an li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Urmiyê di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û di temênê biçûk de Tevgera Azadiyê dinase. Her ku tekoşînê û nîrxê wê dinase baweriya wî zêdetir dibe, û jiyana xwe ya mayî ji bo Rêber Apo û Tevger a Azadiyê xebat bike di sala 2004’ande tevlî nava refên gerîla yê dibe. Li qadên Xinêrê û Botan bi fedakarî xebat meşandiye. Di 7’ê Tebaxê de li Hezexê dema diçe wezîfeyê di encama qezeyekêşehîd dikeve.

21 Tebax 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG