Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê Tebaxê de di derdora saet 23.00’ande li Colemerg li dijî bejahiya gundê Nogelya ku bi ser Şemzînanê ye ji aliyê artêşa TC operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona bi havan û obusan hatiye destpêkirin di 21’ê Tebaxê de ji aliyê helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.
Di saet 07.30’ande di nava leşkerên dijmin ên bi armanca tunekirinê derketibûn operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna ku heta saet 14.00’ande berdewam kiriye çawuşek pispor hatiye kuştin. Di encama pevçûnê de gerîla yê me yên bi navê Başûr Kurdistan (Zindan Ahmet Yusuf), Berîtan (Gulîstan Ergul), Dilocan Soran (Şervan Kadîr) û Sarîna Zerduşt (Şeyma Yildiz) bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê.
2. Di 21’ê Tebaxê de di navbera saet 13.00-15.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Mahîr Mîrzo, Xeregol û gundê Bircela û Şifreza yê ji aliyê Artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşêde agirê li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
Agahiyên Nasname yên hevalên me yên şehîd ketine;
Navê Kod: Başûr Kurdîstan |
Navê Kod: Berîtan Sozdar |
Navê Kod: Dilocan Soran |
Navê Kod: Sarina (Awesta) Zerdüşt |
22 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG