Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
15'ê Kanûnê saet 14.30'an û 15.00'an balafirên artêşa TC'ê a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li herêma Heftanînê Girê Kartal û Girê Golka yê herêma Metîna bombe kirin. Di vê bombekirinê de ti ziyan negihaye hêzên me.
14'ê Kanûnê berêvarê balafirên şer ên artêşa dagirker qada Lêlîkanê ya herêma Sidekan a Başûrê Kurdistanê û derdora Çemê Lolanê dan ber bombeyan. Di vê êrîşê de 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Egîd Hewraman Nav û Paşnav: Yûsûf Soyler Rojbûn: Şirnex Dayik-Bav: Sevîm-Bişar Dem û cihê şehadetê: 14'ê Kanûna 2018 / Lêlîkan |
Agit – Yusuf Söyler
Nasnav : Sîpan Botan Nav û Paşnav: Dana Xazanî Rojbûn: Serdeşt Dayik-Bav: Kejal - Ahmet Dem û cihê şehadetê: 14'ê Kanûna 2018 / Lêlikan
|
Sipan – Dana Xazani
Herdu hevrêyên me yên ku hê zû hay ji polîtîkayên qirkirinê yên mêtingeriyê çêbûn, tevlî nav refên Gerîlayên Azadiyê bûn û ji roja ku tevlê bûne, bi moral û coşekê bûne û her wiha hêrs û kîna xwe ya li bara dijmin tûj kirin û xwe perwerde kirin. Hevrêyên me Sîpand û Egîd ji bo ku di têkoşîna azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê de timî li refên pêş bin, bi biryardarî bi erk û berpirsyariyên xwe rabûn. Wezîfeya herî girîng a me ye ku em ala wan her li ba bidin. Bi vê çarçoweyê em du hevrêyên xwe bi hurmet bi bîr tînin, em sond dixwin ku em ê li Kurdistaneke azad xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin. Em sersaxiyê didin malbatên xwe yên hêja yên şehîdan û gelê Kurdistanê.
16'ê Kanûnê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê