HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

Di 16'ê Kanûnê de saet di 18:40'an de, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Kanîreş û Geliyê Çil û Çar yê herêma Xakûrkê û derdora gundê Meyrokê ya herêma Gare yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandiye.

 Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker roja 14’ê Kanûnê jî bombe li herêma Keşan a Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandiye.

Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihiştiye hêzên me. Lê zirarek mezin gihiştiye bax û baxçeyên gundiyan.

 

17'ê Kanûnê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê