HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Êvara 4'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qada Keşanê ya herêma Heftanînê barand. Piştre jî dest bi operasyoneke berfireh a ji bo dagirkirinê kir.

Ev operasyon 6'ê Mijdarê bi rengekî bêencam bi dawî bû.

2. 5'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker qadên Werxelê û Dola Konferansê yên herêma Avaşînê bi balafirên şer û çekên giran bombe kir.

5 û 7'ê Mijdarê qada Kanîsarkê ya Garê, qada Kanîbotkî û Gundê Sewrê yên Çemankê bi balafirên şer hatin bombekirin.

7'ê Mijdarê saet di 20:00 de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê bi balafirên şer hate bombekirin.

7'ê Mijdarê saet di navbera 22:00 – 00:30'î de li herêma Zapê qada Qela Bêdewê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

Ji ber van bombardûmanên artêşa Tirk a dagirker xisar li bax û baxçeyên xelkê me bû, ji ber agirê ku bi zeviyan ket, xelkê me neçar ma ku gundê xwe biterikîne.

Di navbera 5 û 8'ê Mijdarê de danê êvarê li herêma Avaşînê helîkopter li qadên Tabûra Ereban, Mervanos, Werxelê û Banistayê geriyan.

9’ê Mijdara 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê