Çapemenî û Raya Giştî Re!
22'ê Cotmeha 2021'ê li derdora gundê Qurdisê yê qada Omerya ya Mêrdînê, di operasyona artêşa Tirk a dagirker de, di navbera hêzên me û leşkerên dijmin de şerekî giran qewimî.
Di vî şerî de hevrêyên me Şoreş û Îsyan heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî û fedayî li ber xwe dan û şehîd bûn.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên ku şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Şoreş Amed |
Şoreş – Ahmet Koç
Nasnav: Îsyan Tolhildan |
Îsyan – Songul Ozgun
Hevalê me Şoreş li navçeya Bismilê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Sala 1994'an ji ber zextên dijmin neçar ma ku tevî malbata xwe ji gund derkeve û koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Ji ber welatparêziya malbatê, hevrêyê me Şoreş bi naskirina PKK'ê mezin bû û timî dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me hate kirin, sala 2001'ê di ser herêma Bagokê re tevlî nava refên azadiyê bû. Ji dema ku tevlî bû û pê ve bi tevlîbûna xwe ya bêhesab bal kişand û bi lez tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Gihîşt asta gerîlayê profesyonel û di vê çarçoveyê de sala 2005'an bi armanca çalakiyê çû Stenbolê. Lê belê bi bêşensî dîl hate girtin û 9 salan li zîndanên dijmin ma. Sala 2014'an piştî ku ji zindanê derket careke din berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Piştî ku hate çiyayên Kurdistanê di asta pêşengiyê de tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Şoreş ku di her karî û her cihî de ji xwe re serketin kir esas, kesayetiya serketina şoreşgerî di nava xwe de afirand. Li ber ronahiya felsefeya Apoyî kesayetiya xwe pak kir û ev ronahiya rastiyê gihand hevrêyên xwe. Weke kadroyekî fedayî ruhê pêvajoyê her tim bi rengekî baş fêhm kir û di vê çarçoveyê de pêşengî ji çalakiyên serketî yên leşkerî re kir. Hevrêyê me Şoreş ku bi erka fermandariya xurt û bi îdîa ya Gerîlatiay Modernîteya Demokratîk rabû 22'ê Cotmeha 2021'ê li Mêrdînê şehîd bû.
Hevrêya me Îsyan ku bi eslê xwe ji malbateke welatparêz a Mêrdînî ye li Amedê ji dayik bû. Hîn di temenê zarokatiyê de ked nas kir û li gel temenê xwe yê biçûk xebitî û alîkarî da malbata xwe. Hevrêya me Îsyan ku 12 salan li dibistanên sîstemê xwend, xwest bibe lêgerîner û rêwiya rastiyê, lê belê fêhm kir ku ji bo xwe bigihîne rastiyê divê têkoşîneke mezin bimeşîne. Di demekê de ku ev lêgerîn zêde bû, dest bi xwendina pirtûkên Rêbertî kir û biryar da ku têkoşîna ji bo jiyana rasteqîn li nava refên gerîla û çiyê bimeşîne. Sala 2010'an berê xwe da qadên azad. Ji kêliya ku tevlî bû û pê ve yek bi yek bersiva lêgerînên xwe dît û ji bo jiyanê bigihîne asta ku bê jiyîn, di kesayetiya azad de israr kir, bi îdîaya ku wateyê bide her tiştên bêwate di felsefeya Rêbertî de xwe kûr kir, ji xwe re kir esas ku bi nasnameya jin a azad tevlî jiyanê bibe. Hevrêya me Îsyan bi kesayetiya xwe ya serhildêr û şervan, bi sekna xwe ya serî natewîne li dijî her cûre paşverûtiyê bi biryardarî sekinî. Ji bo vê sekna xwe hîn encamgir û rêxistinî bike tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû, bi mîsyona fedayîtiyê rabû û meşa xwe ya şoreşê bi vî rengî mezin kir. Bi ked û têkoşîneke mezin xwe di rastiya heqîqetê de jinûve afirand, di nava jiyanê de bû şoreşgereke xurt, li ber çavên hevrêyên xwe hevrêyeteke bi hezkirinê tijî, li dijî dijmin jî bû dilekî fedayî yê bi hêrs. Hevrêya me Îsyan xwe fedayî vê jiyanê kir û sala 2016'an di dema herî giran a şer de berê xwe da qada Bakur, derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Hevrêya me Îsyan her tim jiyana bi rengê fedayî ji xwe re kir ersas û bi tevlîbûna xurt a li vê qadê navê xwe li serketiyên bi berxwedanê li rûpelên dîrokê nivîsand.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Soza ku me dane şehîdan em dubare dikin ku armanca wan a jiyana azad û welatê azad teqez pêk bînin.
8’ê Mijdara 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê