ji çapemenî û raya giştî re!
Di 23'ê Nîsanê saet di navbera 10:00 û 12:00 de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, li ser herêma sînor a Şemzînana Colmêrgê firiyane. balafirên keşfê yên bê mirov li Qadên Parastinê yên Medya li herêma Zapê saet di navbera 05:00-12:00 û 17:30 û 23:30 şevê de bi şêweyekî berfireh tevgeriyane. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker saet di navbera 14:00 û 16:00 de li Qadên Parastinê yên Medya li ser herêma me ya Xakurkê firiyane.
24 Nîsan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê