ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê Nîsanê de li qereqolên Heşet a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê û qereqola Ting a girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê ku 3 wesayîtên ji bo qereqola Ting kar dikirin ji aliê hêzên me yên gerîlayên meve hatine şewitandin û îmhe kirin. Her wiha gerîlayên me kesên ku ji bo qerekolan di xebitin ji bo tevlî polîtikayên qirêj ên artêşa dagirker a Tirk li ser Kurdistanê dide meşandin nebin hatine hişyar kirine.
2. Di dîroka 23’ê Nîsanê de di saet 17:30 heya 18:00’an artêşa dagirker a Tirk bi obus û topên hawanan li ser Herêmên me yên Parastina Medya, li ser sînorê navçeya Qilebana Şirnexê herêmên Dola Konferansê, Yamacê Tepê Keçel û Deriyê Dawetiyê bombebaran pêk anîne. Li himberî van êrîşên artêşa dagirker a Tirk hêzên me yên gerîla jî bi çekên giran bersîv dane.
26 Nîsan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê