ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Gulanê saet 20.00’an de balefirên bê mirov yên aîdê artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên Parastina Medya, li ser herêma Heftanînê re gerên keşifê pêkaniye. Ev gerên keşifê hîna jî didomin. Di heman rojê de tevgera balefirên bê mirov yên keşfê di navbera saet 18.00 û 19.00’an de û heya navbera saet 23.00 û 00.30’an de li ser herêma Zapê re gerekî zêde a keşifan pêkanîne.
2. Di 3’ê Gulanê saet 14.00’an de balefirên bê mirov yên keşifê yên aîdê artêşa dagirker a Tirk, bi gerên keşifê yên li ser xeta sînor a Şemzînanê ku dane destpê kirin heya niha bê navber didomînin. Her weha di şeva 4’ê Gulanê navbera saet 18.00 û 20.00’an de balefirên bê mirov yên keşifê ji Herêmên Parastina Medya li ser herêma Zagrosê xebatên keşifê hatin kirin.
3. Di 3’ê Gulanê navbera saet 15.00 û 18.00’an de balefirên bê mirov yên aîdê Artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Ape Musa a girêdayî Amedê re gerên keşifê pêkanîne. Dîsan di navbera saet 16.00 û 17.00’an de li Başûrê Muşê û navbera saet 17.00 û 19.00’an de li ser herêma Lîcê a Amedê re li derdora qaraqola Korxe de liv û tevgera balefirên bê mirov yên keşfê hatiye pêkanîn.
5 Gulan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê