ji gelê me û raya giştî re!
Artêşa Tirk bi sûdwergirtina ji mercên agirbestê re li gelek deveran qereqol-kalekolên nû çê dike. Ev helwest di heman demê de tê wateya xerabûna agirbestê. Tevî hemû nerazîbûnên gelê Kurdistanê û raya giştî ya aştîxwaz-demokratîk jî, ji vê polîtîkaya xwe venagere. Ev helwest helwesteke xetere û bi rîsk e.
Bi Taybet Artêşa Tirk a ku bi taybetî li Çiyayê Meskan ê Colemêrgê kevir wergerand ser dayikên temendirêj û rê li ber birîndarbûna gelek kesan vekir, ji helwesta xwe ya çêkirina qereqolan venagere. Ji ber vê yekê di êvara 3'ê Gulanê de gerîlayên me li dijî artêşa Tirk a li Çiyayê Meskanê bicih bûye, bi armanca hişyarkirinê gule reşandine.
Bi heman rengî di roja 1'ê Gulanê de li dijî çêkirina Qereqola Tuluk a li Dêrsimê, hêzên me çalakiyeke teqandinê pêk anîne.
Di 4'ê Gulanê de jî, li gundê Cêlik ê navçeya Amed Licê, wesayîteke kargeha bi armancên leşkerî bendavê çêdike û ti hişyarî li ber çavan negirt, ji bo hişyarkirinê hatiye şewitandin.
Di bûyerên li Çiyayê Meskan û Dêrsimê de windahiyên artêşa Tirk rû dane. Lê belê der barê encam de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.
Ev hişyariyên hatine kirin di heman demê de bangek ji bo artêşa Tirk e ku li gorî şert û mercên agirbestê tevbigere. Bila haya raya giştî ya demokratîk û gelê Kurdistanê jê hebe.
5 Gulan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê