ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 1’ê Tebaxê de saet navbera 17.00-17.30’an de artêşa Tirk ya dagirker ji girê Meymun ê li ser xeta sînor a Qilabana Şirnexê bi çekên A-4 û doçkan gule berdane herêmên me yên parastina medyayê, girê Şehîd Ronahî yê li ser xeta Qilabanê. Gerîlayên me jî bi çekên giran bersiv dane vê êrîşa artêşa Tirk ya dagirker û ji ber guleyên doçka li qadê şewat derketiye.
2. Hefteyeke balafirên bê mirov yên girêdayî artêşa Tirk keşfên xwe zêde kirine. Li gel herêma Cûdî 2’ê Tebaxê (îro) balafirên bê mirov li ser herêma Zapê geriyane. Dîsa 2’ê Tebaxê (îro) balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li herêma Şêx Cuma û Şehîd Mizgîn a girêdayî Bedlîsê bi awayekî zêde digerin û ew ger didomin
2 Tebax 2014
Navenda Ragahandin û çapemeniyê- HPG