HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Artêşa Tirk ya dagirker di 1-2'ê Tebaxê de li bejahiya Erxenî, Maden û Guleman ên ser bi Amedê derketiye operasyonê, di dema operasyonê de artêşa Tirk ya dagirker herêm şewitandine û operasyon di roja 2'ê Tebaxê de bê encam bi dawî bûye. Her wiha li herêmên Akdag, Mahkeme, Sega Merge, Sahabey û Ekber ên Amedê, tevgera helîkopterên bi tîpa Kobra hatiye jiyîn.

2. li herêma Kato Jîrka ya Şirnexê, ev hefteyeke balafirên keşfê yên artêşa dagirker ya Tirk digerin û di sibeha 3'ê Tebaxê ji demjimêr 05:00 heta êvara heman rojê demjimêr 17:00 an balafirên keşfê yên bê mirov li ser qada Zapê ya Herêmame ya Parastina Medyayê geriyane.

4 Tebax 2014

Navenda çapemenî û ragahandinê-HPG