HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

Em weke gerîla yê Tevgera Azadiya Kurdistanê rojbûna 63. a Rêber APO pîroz dikin û bi boneya vî rojê rojbûna hemû gelê Kurd bi coş û kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dikin. Em kêfxweşin ku di rojeke bi wate de xebateke bi vî rengî bi wate parve dikin. Ji ber vê jî em hemû gelê me yê vê rojê mîna roja berxwedanê pîroz dike silav dikin.

Xebata malpera Gerîla TV a ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê berdewam dike, bi naverok û weşaneke nû hatiye nûkirin û di 4'ê Avrêl ê rojbûna Rêber APO de dest bi weşanê kiriye. Em parvekirina vê xebatê ya ji bo bîranîna lehengên gelê Kurdistanê yên xwedî dîrokeke berxwedanê ya bi heybet in, weke wezîfeyê dibînin. Weke tê zanîn di serî de şehîdên me, ji bo dîroka tevgera me ya azadiyê di warê ragihandinê de bidin nasîn gelek xebat hatiye meşandin. Malpera me ya Gerîla TV jî yek ji van xebatên serekeye.

Ev xebata nû û berfireha ya em di malpera Gerîla TV de pêş dixînin, weke xebatê me yê din ê me meşandiye em ê hewl bidin serhildanê gelê me yê berxwedana wan di bihara azadiyê de gihîştiye asta herî jor bidin nîşandan.

Heta roja me ya em tê de me Gerîla TV de me hewl da Rêbertiya xwe, Şêhîdên xwe, Serhildanên Gel, Şerê Gerîla yê me, cardin xebatên çand û hunerê yên gerîla yê me bidin nasîn. Li ser vê bingehê di beşên me avakirî de hemû şopdarê malpera me dikare vîdeoyan bar bike, wê hemû berhemên temaşevanên welatparêz di malperê de cîh bigre. Malpera me ya Gerîla TV li gel zimanê Kurdî wê bi gelek zimanan di dema nû ya weşanê de di xizmeta temaşevanên xwe be.

Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me û mirovatiya pêşverû, gelê me yê bihara azadiyê jiyandikin, ciwanên me wê vê li vê xebata me xwedî derbikevin û ji bo dewlemendkirin û pêşdebirina wê wê kedeke mezin nîşan bidin.

Ev xebata me ya di rojbûna Rêbertiya me de hate nûkirin, di serî de ji bo bîranîna şehîdên me yê meha adar û avrêlê, ji bo bîranîna hemû şehîdên me hatiye kirin û dest bi weşana xwe ya nû kiriye.

4 Avrêl 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê