Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4'ê Avrêlê serê sibehê li navçeya Colemergê Çelê li dijî derdora qereqola Bêzokê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji 4 aliyan operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera saet 09.15- 10.35'an de di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pêvçûnê de yek jê usstegmen yek jê çawuşê pispor bi giştî 2 leşker hatiye kuştin gelek leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê bi piştgira helîkopterên kobrayan bi helîkopterên skorskyan leşker veguheztine cihê bûyerê û operasyon berfireh kirine.
Di heman rojê di navbera saet 12.00-17.00'an de li dijî derdora cihê pevçûnê û Girê Ronahiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Dîsa ji saet 14.00'an heta derengê şevê li dijî cihê pevçûnê, Girê Ronahî, herêma Hopê, Geliyê Zêtê û herêma Mêrgê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
2. Di 5'ê Avrêlê de (îroj) di navbera saet 06.00-07.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Dola Xanimê, Sêgoşeya Avaşîn û Avabasya, Gundên Mamreşo, Arisfaris, Erdewê, Ergûş, Mawata, Benê, Sitûnê, Kiyê, Delîl û Mêrvanûs ên bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Di 5'ê Avrêlê de (îroj) di saet derdora 03.00'an de li Şirnexê di navbera navçeyên Cizirê û Hezexê li dijî xeta lûleyan a petrolê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de xeta lûleyan a petrolê ziyaneke mezin dîtiye herweha şewata destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
4. Ji 4'ê Avrêlê ji saet 13.00'an heta 5'ê Avrêlê danê nîvroyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Qela Ertûş, 4 Nisan günü saat 13.00'ten 5 Nisan günü öğlen saatlerine kadar Medya Savunma Alanlarına bağlı Zap'ın Herêma Şehîd Newal,Girê Şehîd Zekî, Gundên Kinyanîş, Ertûş, Erbîş û Hîlalê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
5 Avrêl 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê