HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

1. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li Şemzînan û Geverê çalakî li dar xistine.

Di 8’ê Îlonê de li dijî leşkerên ku dixwestin li qada Xapûşkê ya Şemzînanê li Girê Helîkopterê bi cih bibin, çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Hêzên me di 14’ê Îlonê de saet di 17.00’an de li dijî yekîneyeke dijmin a li qada Kapûrkê ya Geverê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Di 15’ê Îlonê de saet di 04.30’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Elîşêr ê Geverê çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane û bi şev jî mirî û birîndarên xwe  bi helîkopterê ji qadê derxistine.

2. Operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku di 11’ê Îlonê de li qada Sumbulê û qada Cîloyê dabû destpêkirin, hê jî didome.

Balefirên şer ên hêzên dagirker di 14’ê Îlonê saet di 09.00’an de qada Nergê ya Oremarê û di 15’ê Îlonê de balefirên şer û helîkopteran di navbera saet 00.30-03.00’an de qada Oremarê bomberdûman kiriye.

 

16'ê İlonê 2017

 

 Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê