Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. 15’ê Îlonê li Şirnexê, li çiyayê Cûdî, li qada Bilika yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ketiye bin kontrola hêzên me. Yekîneyên dijmin demekê di bin kontrolê de hatine hiştin û piştre ji nêz de li derb li wan hatiye xistin. Di vê çalakiyê de tespîtbûyî 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi obûs û hawanan qad dane ber bombeyan.
2. Artêşa TC’ê ya dagirker li çiyayên Cûdî yên Şirnexê, li qadên Girê Hirmo, Girê Çolya û Hesena 13’ê Îlonê operasyon da destpêkirin, 16’ê Îlonê jî bi paş ve kişiya.
3. 16’ê Îlonê saet 13.00’an de balefirên şer ên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê newala Petrut ya li qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.
4. 16’ê Îlonê saet 14.00’an qereqolê artêşa TC’ê ya dagirker, ên li ser xeta sînor ji hêla Tabûra Êreba ya li herêma Avaşîn a Qadên Parastinê ya Medayayê ve hatiye bombekirin. Di encamê de li araziyê şewat derketiye, hêzên me derengiya şevê şewat vemirandine.
5. 8’ê Îlonê li Mûşê, li qada Xaçareşê, li kendalên Çîrengezê gerîlayên me û leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker li rasta hev hatine û şer derketiye. Di vî şerî de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne baş nehatiye tespîtkirin.
Di şer de hevrêyê me Serxwebûn ku li dijî hêzên dijmin bi lehengî û dilêriyekê şer kirî şehîd bûye, hevalekî me yê dî jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.
Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê şehîd bûyî wiha ye;
Nasnav: Serxwebûn Batman Nav û Paşnav: Engîn Yilmaz Cihê Jidayikbûnê: Êlih Navê Dayik - Bav: Safiye - Hasan Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 8’ê Îlona 2017 |
Serxwebun – Engin Yılmaz
6. 4’ê Îlonê êvarî artêşa TC’ê ya dagirker li Şirnex, li Çiyayê File operasyoneke daye destpêkirin. Di operayonê de saet derdora 23.00’an gerîlayên me û leşkerên dijmin li rasta hev hatine, ketine nav hev û şer derketiye. Di vî şerî de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne baş tespît nebûye.
Di şer de hevalên me Felat û Sadik singe sing bi dijmin re şer kirine û şehîd bûne.
Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên şehîd bûne wiha ye;
Nasnav: Felat Nerexî Nav û Paşnav: Vedat Kilinç Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik - Bav: Bazin – Salih Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 4’ê Îlona 2017 |
Felat – Vedat Kılınç
Nasnav: Sadik Botan Nav û Paşnav: Hasan Olca Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik - Bav: Delal - Cemîl Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 4’ê Îlona 2017 |
Sadık – Hasan Olca
17'ê İlonê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê