HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya gîştî re!

Di dema ku tevgera leşkerî û operasyonên artêşa Tirk dewam dikin, gerîlayen me jî bi çalakiyên bi bandor bersiva van êrîşan didin.

WAN

Roja 19’ê Tebaxê gerîlayên me li ser rêya navçeya Elbax a Wanê li hemberî konvoyek ku ji polîs û tîmên taybet pêk dihat çalakiyek sabotajê li dar xistine. Di wesayîta ku piştî teqînê de ji rê derket û qulibî de 2 ji wan giran 10 polîs birîndar bûn. Piştî ku polîsên birîndar bi 2 ambulansan birin Colemêrgê, artêşa Tirk bi keşfa 3 Skorskyan operasyonek bi tevlîbûna cerdevanan dan destpêkirin.

Roja 18’ê Tebaxê di saet 04:00’an de artêşa Tirk li gundên Sersilo, Asingra û Dirêjkê yên girêdayî navçeya Elbax a Wanê operasyon dane destpêkirin, di saet li derdora 16:00’an de bêyî encam bigirin vekişiyane.

Roja 20’ê Tebaxê artêşa Tirk piştî nivro li gundên Çiyanîş,  Exalê yên girêdayî Elbax a Wanê operasyon dane destpêkirin, ev operasyon di saet 17:00’an de bêyî encam bigirin, li ser esasê yekîneyên veşartî li erazî hiştinê vekişiyane.

Roja 15’ê Tebaxê di saet 20:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li Wanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Li Taxa Yenî ya girêdayî Wanê di encama komek tîmên taybet bi çekên ferdî xistinê de 4 endamên tîmên taybet hatin kuştin.

ŞIRNEX

Roja 21’ê Tebaxê di saet 07:30’an de helîkoptereke Skorsky û 2 yên Kobra yên hatine Katoyê Jîrka ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran û ferdî bi awayek bi bandor hatin  hedefgirtin. Yek ji Kobrayan ji ber derbên giran girtiye dûmana zêde derxistiye û bi awayekî bi lez ji herêmê vekişiyaye.

Roja 20’ê Tebaxê di saet 12:00’an de 10 kamyon, 5 dozer, 3 kepçe, 1 silîndîr, 1 wesayîta kişandinê, 5 wesayîtên servîsê bi giştî 25 wesayîtên şîrketeke taybet ên li ser rêya Cizîr û Şirnexê xebatên tunelê dikirin hatine şewitandin û îmhakirin.

Roja 20’ê Tebaxê ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî nuqteya polîsan a li ser rêya Şirnex û Qilabanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Wesayîtek bombebarkirî li pêşiya nuqteya polîsan hatiye sekinandin, nehatiye teqandin. Piştî ku nîzamiye bi çekên BKC, B-7 û ferdî hedef hatin girtin, gerîlayên me çalakiya sabotajê li hemberî wesayîtek zirxî ya dûpişk a artêşa Tirk a ji Qereqola Kunmişka ya girêdayî Qilabanê hatî pêk anîne. Piştî çalakiyê helîkopterên Kobra herêm gulebaran kirine û operasyonê destpê kiriye. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatine zelalkirin.

Di 18’ê Tebaxê de danê sibehê gerîlayên me li navenda Silopiyayê kulubeya 52 ya Midûriyeta polîsan hedef girtine. Di vê çalakiyê de 3 polîs birîndar bûne.

AMED

Roja 20’ê Tebaxê di saet 16:00’an de gerîlayên me li navçeya Pasûr a girêdayî Amedê li hemberî Santrala Hîdroelektrîk û girê parastina vê santralê dike çalakiyek li dar xistine. Di girê ku bi çekên BKC, B-7 û ferdî hedef hatine xirtin, zerera madî rû daye. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatine zelalkirin.

Piştî ku artêşa Tirk li sêgoşeya Amed, Farqîn û Karazê de herêmê bi helîkopteran bomberdûman dike,  bi 30 Skorsky’an leşker danîne ser Tepeyê Zergê. Piştre operasyon bêyî encam vekişiyaye.

Ti rastbûna nûçeya ku artêşa Tirk der barê gerîlayên me behs kiriye nîne. Li vê herêmê ti windahiyên gerîlayên me çênebûye.

SÊRT

Cerdevanên gundên Îskanbû yê girêdayî navçeya Şêrwan a Sêrtê bi leşkeran re li derdora gund xebatên kemîndanînê dikin.

ÎDIR

Roja 20’ê Tebaxê di saet 15:30’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Horgov a girêdayî Îdirê çalakiyekî berfireh li dar xistine. Di dema ku wesayîta bomberbarkirî dixwaze xwe li qereqolê biteqîne leşker wesayîtê ferq dikin û wesayît 500 metreyan dûrî qereqolê hatiye teqandin. Piştre gerîlayên me li ser rêgeheke di navbera Bazîd û Îdirê de çalakiya rêgirtinê dimeşînin. Li vir 2 TIR’ên dewletê hatine şewitandin û îmhakirin û ji gel re der barê pêvajoyê de propaganda hatiye kirin.

Ji roja 14’ê Tebaxê  heya niha rêya qereqola Korxan a girêdayî Îdirê di bin kotrola gerîlayên me de ye. Di qereqola ku ketin û derketina artêşa Tirk nayê kirin de şeva 20’ê Tebaxê di saet 22:30’an de Kobrayan av û erzaq ji leşkeran re anîne.

DÊRSIM

Ji roja 17’ê Tebaxê heya niha rêya di navbera Dêrsim – Erzincan û Dêrsim – Pulûrê di bin kontrola gerîlayên me de ye. Di çalakiyên li ser vê rêgehê hatine kirin de kontrola rê û der barê pêvajoyê de ji gel hatiye agahdarkirin.

Roja 20’ê Tebaxê di saet 12:00’an 2 helîkopterên Kobra yên artêşa Tirk herêma Tilora ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê rasterast gulebaran kiriye. Piştî ku Kobrayan herêm gulebaran kirin, helîkopterên Skorsky jî leşker danîne herêma Tilora.  Leşkerên ku danîne vê herêmê li herêmê operasyon dane destpêkirin. Di operasyonê de herêmên derdor rasterast hatine gulebarankirin, 3 kesên sivîl ên li herêmê dixebitîn birîndar bûne. Operasyon di saet 17:30’an de bê encam vekişiyaye.

COLEMÊRG

Roja 19’ê Tebaxê piştî pevçûna ku di navbera gerîlayên me artêşa Tirk de hat jiyan, artêşa Tirk li gundê Nêrdûşa yê girêdayî navçeya Şemzînanê malek ku di hundirê wê de sivîl jî heyî rasterast gulebaran kirine.

QEREQOLA GRANA BI ÇEKÊN GIRAN HAT HEDEF GIRTIN

Roja 20’ê Tebaxê di saet 09:00’an de gerîlayên me qereqola  Grana ya li ser xeta sînor a herêma Avaşîn, di saet 12:00’an de jî qereqola Rûbarok bi çekên giran xistine. Di encama vê çalakiyê de wesayîtek di hundirê qereqola Rûbarok de hatiye derbkirin. Piştî çalakiyê qereqola Rûbarokê; derdora gundên Govendê, Şîrvanê, Banê û bajaroka Rûbarok bi obus û hawanan bombebaran kiriye.

HEFTANÎN

Roja 20’ê Tebaxê piştî nîvro artêşa Tirk li ser sê girên di navbera herêmên Şehîd Kendal û Kêlik ên li ser xeta sînor a herêma Heftanînê disekinîn. Di navbara leşkerên vê derê çeper çêdikirin û gerîlayên me de cih cih pevçûn rû dan.

LI SEMSÛRÊ DU GERÎLAYEN ME  JIYANA XWE JI DEST DA

Roja 20’ê Tebaxê de dema 2 gerîlayên me li herêmên Çamlica, Kozan û Bagtepe yên girêdayî Semsûrê diçûn wezîfeyekê dikevin kemîna artêşa Tirk. Her du gerîlayên me yên di kêliya xwe de bersiv dane kemînê di pevçûnê de şehîd ketine.”

‘HEVRÊ HARÛN NÎŞANA BERXWEDANÊ BÛ’

Hevrê Harûn di sala 2012’an de tevlî nava refên azadiyê bû, bi fedakarî û dirustiya xwe ya di pratîka gerîla de hat naskirin. Hevrê Harûn piştî perwerdeya xwe li saha Bakur dest bi kar kir, heval Harûn bi çêkera xwe ya ciwan û aktîf bi tevlîbûna xwe ya jidil a xebatan re bal kişand. Heval Harûn bû neferekî fedakar ê gel û rêxistina xwe. Bi şerê li hemberî jiyana di bin mêtingeriyê de û komkujiyên ji gelê me re rewa tê dîtin şer kiriye û bûye sembolek xurt a berxwedanê.

‘HEVRÊ PALE XWEDÎ SEKNEKÊ BÛ’

Hevrê Pale beriya ku tevlî nava refên gerîla bibe di nava xebatên ciwanan de ku dil daye PKK’ê, bi rêgezên PKK’ê yên bi armanca tevahî gel bi awayekî azad bijî hatibû girêdan. Di sala 2011’an de li herêma Amedê tevlî nava refên gerîla bûye û misyona pêşengtiyê hilgirtiye. Di pratîk û jiyana xwe de, sekneke bi disîplîn, di ferasetê de kamil, zana û fedakar nîşan daye. Xwedî sekneke çareserker û ferasetek serketî bû. Taybetiyên pêşengiyê yên di hevrê Pale de piştî perwerdeya pisporî di pratîkên şer ên Bakur de bûye sedem ku tecrûbeyên girîng di xwe de biafirîne. Wek zarokekî Kurdistanê egîd ku bi van taybetmendiyên xwe ve tê bibîr anîn tevlî nava refên şehîdan bûye.

Gelê me yê zarokên şerker, egîd, rêxistinkirî û bi bawer mezin dike, wê hesabê canên mîna Pale û Harûn ên bêhempa bi artêşa gerîla ya xwe bi serketinê re kilît kiriye bistîne û bersiveke bihêz bide bîranîna şehîdan.”

NASNAMEYÊN  GERÎLAYEN ME WİHANE

 

harun firat_small

 

 

 

Nasnav: Harûn Pasûr
Nav û Paşnav: Firat Baran
Cihê Jidayikbûnê: Hatay
Navê Dayik û Bav: Aysûn - Halît
Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Tebaxê 2015 / Semsûr

 

 

 

pale ibrahim_small

 

 

 

Nasnav: Pale Kawa
Nav û Paşnav: Îbrahîm Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Semsûr
avê Dayik û Bav: Şukriye – Abûzer
Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Tebaxê 2015 / Semsûr



21 Tebax 2015
Navenda Çapemenî  û Ragihandin HPG