ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di dîroka 30’ê Nîsanê de navbera saet 08.30 û 11.40’an de balefirên bê mirov yên aîdê artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên parastinê yên Medya, herêma Metîna gerên keşifê pêkanîne. Dîsan di heman dîrokê de navbera saet 09.00 û 12.00’an de balefirên bê mirov li ser herêma Zapê re gerên keşifê pêkanîne. Ev gerên zêde yên artêşa Tirk a dagirker di heman dîrokê de navbera saet 09.30 û 13.30’an de li ser herêma Qendîlê, navbera saet 07.30 û 12.30’an de li ser herêma Heftanînê û navbera saet 07.00 û 19.00’an de li ser herêma Zagrosê re gerên zêde yên keşifê pêkanîne.
2. Di dîroka 30'ê Nisan de di saetên rojê de balefirên bê mirov yên aîdê artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Karakoyun yê girêdayî Ixdirê de gerekî zêde a keşifê pêkaniye.
3. Di dîroka 29’ê Nîsanê saet 10.30’an de li ser herêma Akdag a girêdayî Amedê re liv û tevgera helîkopterên bi tîpê kobra çêbûye. Weke din di 28’ê Nîsanê saet 11.45’an de helîkopterên bi tîpê Skorsky yên aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Ş. Brûsk a girêdayî Amedê re nizim firiyane û xebatên keşifê pêkanîne. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla yên li qadê bi armanca şiyariyê gule avêtine û ev helîkoptera tîpa Skorsky ji qadê hatiye dûrxistin. Di heman rojê navbera saet 18.30 û 19.30’an de li ser herêma Ş. Brûsk re gera keşfê a balefirên bê mirov dewam kiriye.
1 Gulan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê