ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di rojê 29 Nîsan'ê de navbera saet 15.00 û 16.30’an de balefirên şer yên aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên Parastina Medya herêma Haftenînê re firiyane. Her wiha di heman dîrokê de navbera saet 14.00 û 15.00’an û 20.00 û 21.00’an de balefirên şer yên aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser navçeyên Çelê û Şemzînanê yên girêdayî Colemêrgê li gel seranserê xeta sînorên Herêmên me yên Parastina Medya re firiyane.
2. Di 29’ê Nîsanê derdora saet 16.00’an de Helîkopterekî aîdê artêşa dagirker a Tirk dema ku li herêma Şehîd Kendal a Amedê nizim difiriya, hêzên me yên gerîla bi armanca şiyariyê gule avêtine. Li ser vê yekê helîkoptera ku derb bû, neçar maye ku li cihekî nêz dane.
30 Nîsan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê