Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26'ê îlonê de di navbera saet 17.00-19.30'an de li navçeya Payizavaya Wanê li ser riya Nodizê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvejoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha Cerdewaneke ji Gundê Sipîndaroka Payizavayê li pêşiya gel hatiye darizandin, ji ber sond daye ku dest ji cerdewaniyê berde serbest hatiye berdan.
2. Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê ji aliyê gerîlayên me ve hin rêze çalakî hatine lidarxistin.
Di 27'ê Îlonê de (îroj) di saet 02.40'an de li navçeya Çelê li dijî herêma Geliyê Zapê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiya li dijî helîkoptera skorskya xwestiye li ser girê Helwesîs daxîne û leşkerên li derdora wê kombûne de hatiye lidarxistin de zêdetirî 10 leşkeran hatine kuştin.
Gerîlayên me yê çûne ser cenazeyên 6 leşkeran û çekek tam otomatîk a BKC û çekeke melez a HK-33 desteser kiriye. Li dijî herêmê ji aliyê balefirên şer, helîkopterên kobrayan û bi hewan û obusan bi dijwarî tê bombekirin. Herweha pevçûnên li herêmê hîn jî berdewam dike. Di derbarê encamên pevçûnên li vê herêmê dema zelal bû wê ji raya giştî re were ragihandin.
Di 26'ê Îlonê de di navbera saet 16.00-18.30'an de riya di navbera Geliyê Bêmbo û Şemzînanê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Artêşa dagirker a tirk ê nekare mudaxeleyî herêma Geliyê Doskiya Geverê ya serweriya gerîlayên me berdewam dike, ji 23'ê Îlonê û vir ve riya Gever û Oramarê ji aliyê leşkerên qereqola Sînewayê li çûn û hatina wesayita hatiye qedexekirin.
Artêşa dagirker a bombebaranên xwe berdewam dike, di 26'ê îlonê de di navbera saet 13.00-18.00'an de li dijî navserên Xanemîr, Gundê Bayê û Neqeba Şehîdan a bi ser Çarçelayê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Li bajaroka İlicalara Çewlikê li dijî herêmên Şehîd Serxwebûn û Terkanê bi tevlêbûna 10 hezar leşkerî operasyonek hatibû lidarxistin. Di 21'ê îlonê de di saet 06.30'an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin. Piştî çalakiyê pevçûneke demkurt qewimîbû û rêhevalekî me ji yekîneya xwe qut bibû. Şehadeta rêhevalê me yê ji yekîneya xwe qut bibû ji aliyê me ve hate zelalkirin. Nasnameya rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Sîpan Çirav
Nav û paşnav: Ferman Şalci
Navê dayik û bav: Sahile - Hayrettin
Cihê Jidayikbûnê: Dihê, Sêrt
Dîrok û cihê şahadetê: 21 Îlon 2012 / Herêma Şehîd Serxwebûn, Çewlik
4. Di 22'ê Îlonê de li navçeya Pîrana Amedê Hamît Çelîkkanatê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin, piştî kar û xebatên hiquqî bi dawî bû serbest hatiye berdan.
5. Di 22'ê Îlonê de di saet 21.00'an de piştî çalakiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Wanê hatibû lidarxistin û polîsek hatibû kuştin, nûçeyên behsa şahadeta gerîlayên me yê ev çalakî lidarxistiye dûrî rastiyêye. Gerîlayê me yê ev çalakî lidarxistiye, li yekîneya xwe ye û kar û xebatê xwe berdewam dike.
6. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya HPG'ê bi daxuyaniyekê; Hêzên Eyaleta Erziromê yên ji ber çalakiyên serkeftî yên li dijî polîs û leşkeran lidarxistiye, herweha ji ber serkeftina wan a li beramberî operasyonan pîroz kirin.
27 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê