Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Celal, Şehîd Zîlan û Şehîd Azîz de di 25'ê Îlonê de di saet 18.00'an de li Dersimê li taxa Kanogluyê li dijî leşkerên tevgera taybet ên cendermeyên Walîtiya Dersimê diparastin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de mînîbuseke 9 leşker têde li bi giştî hatiye rûxandin, 2 jê çawuşê pispor 9 leşker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê dijmin girên stratejîk ên li derdora bajêr bi cîh bûye û piştî çalakiyê bi 15 xulekan helîkopteren kobrayan cihê çalakiyê bê ser û ber gulebaran kiriye.
Wendahiya sivîlan a behsa wê tê kirin, di encama çalakiya gerîlayên me de an jî ji ber gulebarana dijmin qewimiye, ji aliyê me ve heta niha nehatiye zelalkirin.
Di 19'ê îlonê de li navedan Dersimê endamê Jîtemê Haydar Çigliyê li Gundê Kumriyê ye di navbera gerîlayên me û vî şexsî de pevçûneke qewimiye. Di encama vê pevçûnê de Haydar Çigliyê giran birîndar bûye bi helîkopterên skorskye rakirine nexweşxaneya Meletiyê.
2. Di çarvoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Harûn û Şehîd Armanc de di 25'ê Îlonê de di navbera saet 15.00 - 19.00'an de li Amedê di navbera navçeyên Pasûr û Farqînê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Di vê çalakiyê de karkerên li bendava Farqînê de dixebitin, li pêşperî gel dadgeha wan hatiye sazkirin, ji ber sonda nexebitandina li bendavên erdnigariya Kurdistanê qetldike dane, serbest hatine berdan. Piştî çalakiyê di navbera saet 20.00-21.00'an de herêma Heci Çerkeza bi ser Farqînê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
3. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de di 25'ê Îlonê de di saet 19.00'an de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî girê Çeper ê ewlekariya Fermandariya Tûgayê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya ku hemû baregehên dijmin bi awayeke bandor hatiye lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelakirin.
4. Di çarçoveya serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê ya Colemergê de ji aliyê gerîlayên me ve hin rêzeçalakî hatiye lidarxistin.
Di 25'ê îlonê de di saet 11.00'an de li dijî Alaya Garê ya Şemzînanê çalakiyeke hemwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî du baregehên cuda hate lidarxistin de 4 leşkerên dijmin hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi wesayitên sivîl ji herêmê dûr xistiye.
Di 22'ê Îlonê de di saet 06.00'an de li bajarokê Rûbaroka Şemzînanê di navbera gundên Kurkê û Bêgirdê de operatorê dozerê ya şîrketa Kaldirimoglu ya xebatê avakirina qereqolan girtiye ser xwe yê bi navê Serhat Demîrcan ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî lêpirsîna destpêkê hatiye girtin.
Ji 25'ê îlonê de ji saet 05.00'an heta 26'ê îlonê saet 05.00'an ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Çarçela, Mêrgezerê û Sertêlê bi hewan û obusan dîsa di 26'ê Îlonê de di saet 08.00'an de li dijî heman herêmên bi balefirên şer hatiye bombekirin.
Di 24'ê îlonê de di navbera saet 15.00-19.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarokê Şeladizê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de Girên Rûbar, Angola û Ferhat ên bi ser Çiyareşê ne şewata daristanan a destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
Ji 23'ê îlonê û vir ve li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî herêmên Garêya biçûk û mezin, Ertûş û Gundê Zêwê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
5. Di 13'ê Îlonê de li navçeya li navçeya Ebex (Çaldêran) a Wanê Atakan Gonen ê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin, piştî kar û xebatên hiquqî qediyan serbest hatiye berdan.
26 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê