HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji bû çapemenî û raya giştî re!

Di operasyona artêşa Tirk a 17'ê Îlonê ya li çiyayê Tendurekê de, di encama derbên gerîlayên me yên bi çekên giran de helîkoptereke êrîşê ya bi tîpa Kobra hatiye xistin û du pîlotên tê de mirin e.

Di  roja 19'ê Îlonê de saet di 09:00 de gerîlayên me ji 2 baskan ve li hemberî qereqola Bêsosin a li navçeya Colemêrg Şemzînanê bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Bi helîkopterên bi tîpa Skorsky  mirî û birîndar ji herêmê hatin derxistin.

Gerîlayên  Me Yên Yja Star  Berbazek Kuştın

Di roja 20'ê Îlonê de saet di 09:30-10:00 de, tîma Şehîd Rojîn Gewda ya ji gerîlayên me yên YJA STAR'ê, li hemberî qereqola Tepê Çete ya ser bi qereqola Bêsosin a navçeya Colemêrg Şemzînanê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de berbazek hat kuştin.

Di 18'ê Îlonê de saet di 20:30 de, gerîlayên me bi çekên giran derbên xurt li wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra ya li ser rêya Gever û Şemzînanê bû, dan û di encama çalakiyê de polîsekî tevgera taybet hat kuştin.

Di roja 18'ê Îlonê de saet di 00:30 de gerîlayên me li hemberî pira Salara ya li herêma di navbera navçeya Colemêrg Şemzînan û Gerdiya de çalakiya sabotajê pêk anîn û pir hat îmhakirin.

3 Leşker Hatın Kuştın

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de,di  roja 19'ê Îlonê de saet di 14:45an de, li dijî qereqola Grana ya li ser xeta sînor a herêma Avaşînê ye, gerîlayên me yên YJA STAR'ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û leşkerek hat kuştin. Paralelî vê çalakiya sûîqestê, gerîlayên me bi çekên giran û ferdî li qereqolê û mewziyên ser bi qereqolê xistin. Di vê çalakiyê de derb li mewziyan û kûleyên qereqolê hatin xistin û 2 leşker hatin kuştin.

Di roja 19'ê Îlonê de saet di nabera 10:00-12:00 de 3 helîkopterên Skorsky û 2 helîkopterên Kobra ji Colemêrgê diçûn Çelê û Kobrayan li vê derê gule li derdorê reşandin. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla bi çekên giran li helîkopteran xistin. Helîkopterên Kobra û Skorsky ji herêmê hatin derxistin.

Di roja 20'ê Îlonê de saet di navbera 08:00-08:30 de, gerîlayên me bi hawanan li qereqola Êrîş a li ser xeta sînorê herêma Zapê dan. Di vê çalakiyê de derb li qereqolê û 2 mewziyan hat xistin.

Di 18'ê Îlonê de saet di 20:00 de li hemberî stasyoneke bazê ya Turkcell, Vodafone û Avea ya li gundê Serêspiyan ê navçeya Colemêrg Çelê, gerîlayên me çalakiyek lidar xistin û di encamê de stasyona bazê hat rûxandin.

Lı Mıksê Çalakıya Lı Dıjî Polîsan

Di roja 16'ê Îlonê, li navçeya Wan Miksê, tîmeke me ya gerîla li hemberî polîsên li ber Midûriyeta Emniyetê kom bûbûn çalakiyek pêk anîn. Mirî û birîndarên li vê derê nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê nexweşxaneya Miksê hatiye valakirin û mirî û birîndarên polîsan rakirine nexweşxane.

Di roja 18'ê Îlonê, li hemberî stasyonên bazê yên înternet û Turk Telekom ên li gundê Batê yê navçeya Şirnex Elkê, tîmeke me ya gerîla çalakiya sabotajê pêk anî û di encamê de stasyona bazê bi temamî hat îmhakirin.

Di 19’ê Îlonê de saet 19.00'an menfezeke li ser rêya Wan, Şax û Mîksê ji aliyê tîmeke gerîlayên me ve hatiye teqandin û rê hatiye girtin.

Di 18’ê Îlonê de saet di navbera  13.00 û 14.00’an de tevgera balafirên şer li ser herêma Omerya ya Mêrdînê rû da. Dîsa heman rojê ji saet 22.30 heta 19’ê Îlonê  êvarî saet 18.00’an keşfan dewam kir. Li ser qadê jî tevgera helîkopterên Skorsky jî dewam kir. Li qereqola Tinatê ya girêdayî Midyad a Mêrdînê jî yekîneyên veşartî, li qadên Herêma Mintika û Seregeliyan bi cih bûne. Ev yekîneyên veşartî hê jî li eraziyê ne.

Di 20’ê Îlonê (îro) de  saet di navbera 08.00 û 09.00’an de qereqola Avanê ya girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê, artêşa TC bi helîkopteran sewqiyata leşkerî kir. Ev tevger hê didome.

Leşkerên Derketın Operasyonê Hedef Hatın Gırtın

Di 17’ê Îlonê de saet 10.00'an artêşa TC bi piştgiriya balafirên keşfê û 2 helîkopterên Kobra bi 8 helîkopterên Skorsky li qadên Xûmarov û Şaminis ên girêdayî navçeya Bêşebab li girên bilind leşker danîn.  Di heman demê de li eraziya ku helîkopterên Kobra lê dane şewat derket. Di 19’ê Îlonê de saet 08.00 komeke leşker vekişaye. Qismek jî li giran mane. Li hember girekî ku 15 leşker lê bûn hêzên me yên gerîla ji mesafeyeke nêz bi BKC, B-7 û çekên ferdî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku gelek leşker hatine kuştin bi zelalî 2 leşker mirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk vekişiyaye.

Rê Dı Kontrola Gerîlayên Me De Ne

Ji 27’ê Tîrmehê ve rêya di navbera navçeya Pasûra Amed û Mûşê de di kontrola gerîlayên me de ye.Di 19’ê Îlonê de saet 14.00’an li nêzî gundê Malaelîkê ya girêdayî Pasûr di kontrola rê de der barê pêvajoyê de agahdarî hatiye kirin, piştî kontrola nasnameyan çalakî bi dawî bû.

Ji 7’ê Tebaxê ve rêya Trenê ya di navbera Bongîlan a Çewlikê û Mûşê di kontrola hêzên gerîlayên me de ye. Ev rê nayê bikaranîn.

Ji 13’ê Îlonê ve rêya di navbera Çewlik-Amedê  di kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

Lı Hezroyê 2  Tîmên Taybet Hatın Kuştın

Di 14’ê Îlonê li navçeya Hezro ya Amedê hêzên gerîlayên me çalakiyek bi bombeyek dest, pêk anîbûn, lê bombe neteqiyabû. Ev bombe dema ku bi wesayîta zirxî dihat birin teqiya û wesayît îmha bû. 2 polîsên tevgera taybet ên di wesayîtê de jî mirin.

Ji 15’ê Îlonê û vir ve rêyên Pasûr û Licê yên Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.

Di 18’ê Îlonê de saet 20.30’an tîmek gerîlayên me li Rêya Îpêkê ya li Taxa Mescît a navçeya Farqîn a Amedê çalakiyek kemînê pêk anîn. Di kemînê de wesayîta zirxî ya tîpa Akrep bi roketan hat bombebarankirin û di encam de 2 çawîşên pispor hatin kuştin.

Di 19’ê Îlonê de saet di navbera 00.00-01.00’an de hêzên gerîlayên me li hember 2 stasyonên baz ên Turkcell û Vodafoneyê li gundên Cano û Hecîcan ên girêdayî navçeya Farqîn a Amedê çalakiyên sabotajê pêk anîn û her du stasyonên bazê jî îmha kirin.

Lı Hezo Û Qabılcewzê Operasyon, Gerîlaye me Bı Îşkenceyê Hat Qetılkırın

Di 17’ê Îlonê bi tevlîbûna 2000 leşker, hêzên taybet û cerdevanan li bejahiya Hezo û Qabilcewzê ya Êlihê operasyonek berfireh dan destpêkirin. Hêzên operasyonê dixwestin bi ser de nuqteyan ve bigirin, di encam de bi yekîneyek gerîlayên me hatin hember hev, pevçûn çêbû. Di pevçûnan de leşkerek hat kuştin, qismek hêzên operasyonê vekişiyan, ên mayin jî xwe di eraziyê de veşartin. Hevalê me Kûrtay di pevçûnê de birîndar bû, piştî îşkenceyên giran hat qetil kirin û şehîd ket.

Nasnameya Gerîlayê Me Ye Şehîd Kete Wuhaye:

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Kûrtay Koçer
Nav-Paşnav: Ferhat Has
Cihê ji Dayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Emîne - Suleyman
Dîrok û Cihê Şehadetê: 17’ê Îlona 2015 / Êlih

 

 

Di 17’ê Îlonê de di danê sibê de di saet 03.00’an artêşa Tirk bi 5000 hêzên leşkerî û wesayîtên zirxî li hember şehîdgehên Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl ên li navçeya Gimgim a Mûşê dest bi operasyonek berfireh kiribûn, ev operasyon hê jî didome. 2 helîkopterên Kobra bê navber 13 seatan, qada şehîdgehê û derdora wê gulebaran û bomberdûman kirin.

Li vê herêmê artêşa TC operasyonên xwe li eraziyek berfireh berdewam dike, yekîneke gerîlayên me li vê qadê dema diçû erkê pevçûn derket. Di vê pevçûnê de hevalekî me şehîd ket, 2 hevalên me bi birîndarî dîl ketine dest. Der barê hevalê me yê şehîd ket, wê agahiyên têkîldar piştre bên ragihandin. Operasyon 19’ê Îlonê êvarî saet 23.00’an vekişiya.

Di 20’ê Îlonê de di danê sibê de di saet 08.00’an rêya Çewlik-Kanîreş ket bin kontrola hêzên gerîlayên me. Çalakiya ku kontrolkirina nasnameyan jî tê kirin, hê jî didome.

Di 20’ê Îlonê de saet di navbera 00.00-02.00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Şehîd Hesen a li navbera navçeyên Pîlemûrî ya Dêrsimê û Gêxî ya Çewlikê ye digeriyan û keşf dikirin.

Helîkoptera Kobrayê Hat Xıstın, 2 Pîlot Mırın

Di 17’ê Îlonê de artêşa TC xwest bi piştgiriya helîkopterên Kobrayê li bêjahiya çiyayê Tendurekê yê Agiriyê ji helîkopterên Skorsky leşkeran deyne û operasyonê destpê bike. Li hember vê operasyonê, hêzên gerîlayên me bi roketan û çekên giran li helîkopterên Kobra û Skorsky dan. Helîkoptera Kobra ku derbeyên bi bandor xwaribû li nêzî bajarokê Arnest ê girêdayî navçeya Bêgiriyê ket. 2 pîlotên tê de jî mirin.

Di 19’ê Îlonê de di danê êvarî saet 21.30’an hêzên gerîlayên me li hember stasyonek bazê ya Turkcell, Vodafone û Aveayê ya li navenda navçeya Zêdkan a Agirî, çalakiyek sabotajê pêk anîn û bi temamî îmha kirin.

Di 19’ê Îlonê de êvarî saet 19.30’an hêzên gerîlayên me li hember stasyonên bazê yên Avea, Vodafone û Turkcellê yên li herêma Avasor a girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê,çalakiyên sabotajê pêk anîn. Piştî çalakiyê qereqolên Kevirê Şamê û Sariksû, hêrêma Kirê Sariksû bi çekên A-4  gulebaran kirin.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Erzîncan û Dêrsim-Pilûrê, hêzên gerîlayên me kontrolên xwe yên rê hê jî didomînin.

Di çarçoveya pêngava Şehîd Rojhat Batman,de di  19’ê Îlonê hêzên gerîlayên me li hember qereqola gundê Lexanê ya li ser rêya Çewlik-Elezîz û navçeya Depê ya Elezîzê çalakiyek pêk anîn. Saet 23.30’an 2 kuleyê aîdî qereqolê hatin hedef girtin û bi çekên navîn û B-7’an ve bi bandor hatin bombekirin. Her wiha kuleyek din jî bi çekên ferdî hatin gulebarankirin. Di encam de bi zelalî 2 leşker hatin kuştin. Mirî û birîndarên artêşa TC zêdetir in. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Brûsk, Şehîd Rêzan û gerîlayên me yên li Pilûrê şehîd ketine hat lidarxistin. Piştî çalakiyê, artêşa TC dest bi operasyonê kir û ev operasyon hê jî didome.

Artêşa Tirk Qadên Gerîlayên Bombe Dike

Tevgera hewayî û bomberdûmana artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Di  roja 19'ê Îlonê de saet di navbera 08:00-20:00 de li herêma Qedîlê, saet di navbera 09:30-13:30 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 09:00-16:00 de li herêma Zapê, saet di navbera 19:30-22:00 de li herêma Garê, bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hatiye kirin. Her wiha di 19-20'ê Îlonê saet di navbera 23:00-01:30 de balafirên şer li ser herêma Zapê geriyan.

Êrîşa Bı Obus Û Hawanan

Di roja 19'ê Îlonê de saet di navbera 14:30-16:00 de, alaya Garê ya li ser sînorê herêma me Xakurê, bi obus û hawanan Çiyayê Karker bomberdûman kir.

Di roja 19'ê Îlonê de saet di navbera 12:30-13:30 û 20:30-21:00 de qereqola Oremarê obus û hawan avêt qada Şehîd Gafûr, saet di navbera 15:30-16:00 de qereqola Grana jî Girê Xwedê bi obus û hawanan bombe kir.

Di roja 19'ê Îlonê de saet di navbera 08:00-09:00 de qereqolên Êrîş û Serê Sevê yên li ser sînorê herêma Zapê, bi obus û hawanan qadên Xeregol û gundê Zerê bombe kirin.

Ji şeva 18'ê Îlonê û pê ve, li ser girên Bayrak, Bebolkî û Çete yên li navçeya Şirnex Elkê, pêgerên hewayî yên bêmirov ên kefşê geriyan. Di heman demê de ev gir bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Ji saet 09:30 ê 19'ê Îlonê heta saet 00:30 ê 20'ê Îlonê, qereqolên Milê Gurya û Bespînê, bi obus û hawanan li qada Girê Çolya ya Silopiyayê xistin. Ji ber bomberdûmanê li herêmê şewat derket.

20 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG