HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji bû çapamenî û raya giştî re!

Operasyonên artêşa Tirk didomin, gerîlayên me jî bi çalakiyan bersiv didin van êrîşan. Di çalakiyan de ku gelek leşker hatin kuştin, li Dêrsimê berbazekî bi qidem ê bi navê Semîh Ozbey ji aliyê gerîlayên me  ve hat binçavkirin.

COLEMÊRG

Di 18’ê Îlonê de saet 05.30 qereqolên Radyolog û Nehrî yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê, polîsên tîmên taybet û cerdevanan li hember qadên li derdorê operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de artêşa TC a li  girê Senala, girê Kelê û qadên Şehîd Sarîna bi cih bûne ku berê da qada Şapata hêzên me yên gerîla li hember artêşa TC çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, leşkerek birîndar bû. Li ser vê yekê artêşa TC qedemeyekê ji qadê vekişiya. Artêşa TC ji ber ketiye gundê Şapata, girtiye ser malan û zext li gel kir. Operasyon saet 19.00'an bê encam vekişiya.

WAN

Di 18’ê Îlonê de saet di navbera 12.00 - 18.00’an de rêya Geliyê Masîro û Elbak a Wanê ji aliyê gerîlayên me ve hate kontrolkirin. Di çalakiyê de ku nêzî 100 wesayît kom bûn; gerîlayên me der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.

ŞIRNEX

Di 17’ê Îlonê li hember stasyoneke bazê ya li gundê Pîrûsa ya girêdayî navçeya Bêşebab a Şirnexê gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn û stasyona bazê hat  îmhakirin.

AMED

Ji 15’ê Îlonê û vir ve rêyên di navbera navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayê me de ne.Di  18’ê Îlonê de saet di navbera 10.30-18.00’an de jî hêzên gerîlayên me kontrola nasnameyan kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.

Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêya Amed- Çewlikê di bin kontrola hêzên gerîlayê me de ye.

ÊLIH

Di 18’ê Îlonê de saet di navbera 19.00-23.00’an de hêzên gerîlayên me Rêya Îpekê ya di navbera Êlih-Amedê xistin bin kontrola xwe. Hêzên gerîlayên me li vir nasname kontrol kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.

BEDLÎS

Di 17’ê Îlonê de hêzên gerîlayên me li navenda navçeya Tetwanê ya Bedlîsê çalakiyek sabotajê pêk anîn. Dema gerîlayên me vedikişiyan, li nêzî gundê Helgasorê yê girêdayî Tetwanê, ketin kemîna cerdevanan. Di kemîna cerdevanan de Hevalê  me  Bawer bi giranî birîndar bû û di 18’ê Îlonê de şehîd ket.

Nasnameya gerîlayê me ye ku şêhîd ketê wuhaye:

bawer erhan_small

 

 

 

Nasnav: Bawer Reşkotî
Nav-Paşnav: Erhan Siyahtaş
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dayik-bav: Hacîre - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Îlona 2015 / Bedlîs

 

 

 Di 17’ê Îlonê de di danê êvarî saet di 18.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Îskango ya girêdayî Şîrwanê ya Bedlîsê çalakiyek pêk anîn. Ji 300 metreyî bi B-7 û çekên ferdî ve bi bandor li çeper, nîzamiye û kuleyê dan. Di hedefên avahî û nîzamiyê ku roketên bi bandor xwarin de bi zelalî 2 leşker hatin kuştin. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zêde ne. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora qereqolê saetekê gulebaran kir. Keşfên ku piştî çalakiyê destpê kir, hê jî didomin.

MÛŞ

Piştî 17’ê Îlonê artêşa TC li Gimgimê ya Mûşê dest bi operasyonê kiribû, ev operasyon hê jî didome. Kiryara qedexebûna herêmên li derdora şehîdgehan jî berdewam dikin. Li vê herêmê cih cihan pêvçûn jî diqewimîn. Dema der barê pevçûnan de agahî bên zelalkirin wê bên ragihandin.

ERZIROM

Di 17’ê Îlonê li nêzî qereqola Melê Osman a girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê, girekî ku leşkeran êvarî girtibûn berî wan hêzên gerîlayên me girtibûn. Êvarî saet 20.30’an li hember qereqolê çalakiyek berfireh pêk hat. Baskê yekemîn nîzamiye û leşkerên ku komî sekinîne kirin hedef û bi roketan li wan dan. Li vir bi zelalî 4 leşker hatin kuştin. Baskê duyemîn bi BKC û B-7’an heta sibê li gir man. Dijmin nehat ser gir. Hevalen me  ji baskê sêyemîn ve  qereqol û kuleya ku mewziyên A-4 lê ye kirin hedef. Her wiha baskê sêyemîn ji  avahiya qereqolê û mewziyên veşartî kirin hedef û bi bandor lê dan. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Qereqolê li hember vê çalakiyê şok derbas kir û piştî çalakiyê li derdora xwe rasterast gulebarand. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê Şehîd Canfeda pêk hat.

DÊRSİM

Di 16’ê Îlonê artêşa TC operasyonek li navçeya Pilûr a Dêrsimê destpê kir, ev operasyon hê jî didome.

Di 18’ê Îlonê piştî nîvro saet 17.00’an bi koordînasyona pêgerên hewayî yên bê mirov ve helîkopterên Kobra herêmên Gamir û Mêlîka yên girêdayî navçeya Pilûr a Dêrsimê bomberdûman kirin. Di encama van êrîşan de erazî şewitî û ev şewat hê jî didome.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim- Pilûr û Dêrsim-Erzînganê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne. Di 18’ê Îlonê de piştî nîvro hêzên gerîlayên me li ser rêya Dêrsim-Erzîncanê Berbazekî bi qidem ê bi navê Semîh Ozbey binçav kirin. Her wiha gerîlayên me  tebence û wesayîta wî jî desteser kirin.

Di 18’ê Îlonê de di  êvarî saet 19.00-23.00’an li herêmên Xarçîk, Kûtûdere û Yolçati yên girêdayî navçeya Nazmiye ya Dêrsimê, pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.

Di 18’ê Îlonê de danê sibê di saet 07.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Yolçati ya girêdayî navçeya Nazmiye ya Dêrsimê xwestin ji du baskan ve çalakiyekê pêk bînin. Artêşa TC di saet 07.15’an de baskekî  hêzên me dibîne û çalakiya vî baskî deşîfre dibe. Her wiha dema leşkeran xwestin li vir kemînê deynin jî hêzên gerîlayên me çalakî li hember wan pêk anîn. Her wiha ji qereqolê derdor gulebaran kirin. Ji qereqola Yolçati ji saet 08.00’an heta saet 10.00 bi 3 wesayîtên zirxî operasyon meşandin, lê operasyon bê encam vekişiya. Baskê duyemîn ê Şehîd Destan jî li hember leşkerên ku nêzî qereqolê dibin 2 çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Li vir leşkerek hat kuştin yek jî birindar bû. Ev çalakî hêzên me yên YJA Starê pêk anîn.

Tevgera Hewayî Û Êrîşên Artêşa Tirk Ji Didomin

Li Herêmên Parastinê yên Medya ku tevgera hewayî didome, qadên Pirbila, Şehîd Kûrtay û Bektorya yên girêdayî herêma Heftanîn ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin. Bomberdûmana artêşa Tirk a bi obus, hawan û tankan duh jî dewam kir.

Di 19’ê Îlonê de  saet di navbera 08.30 - 12.00’an de bi desteka pêgerên hewayî yên bê mirov tevgera balafirên şer rû da.

Di 18’ê Îlonê de saet di navbera  07.30 - 16.00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Avaşîn keşf pêk anîn; saet di navbera 12.00-16.30’î de tevgera balafirên şer rû da.

Di 18’ê Îlonê de saet di navbera 16.00 - 22.00’an de li ser herêma Garê bi desteka pêgerên hewayî yên bê mirov tevgera balafirên şer rû da.

Di 18’ê Îlonê de saet 15.30-19.00’an li ser herêma Heftanînê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyan.

Di 18’ê Îlonê de saet di navbera 07.30-17.00’an de li ser herêma Zapê bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov, tevgera balafirên şer çêbû.

BALAFIRÊN ŞER HEFTANÎN BOMBERDÛMAN KIRIN

Di 18’ê Îlonê de saet 16.00-17.00’an de balafirên şer ên Tirk, herêmên Pirbila, Şehîd Kûrtay û Bektorya yên girêdayî Heftanînê ya Hêrêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir. Di encama vê bomberdûmanê de di eraziyên gel de şewat çêbû û bexçeyên wan zerar dîtin.

JI ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÊN BI TOPAN

Di 18’ê Îlonê de saet 09.30-11.00’an alaya Topavêjan a Gulyazî  ya li xeta sînorê Heftanînê, Tepê Yekmal; qereqolên Tepê Sînek jî herêma Deryê Davetiya bi obus, hawan û tankan bomberdûman kirin.

Di 18’ê Îlonê de saet di navbera 08.00-08.30’an de qereqolên Bezelê û Bedevê yên xeta sînorê herêma Zapê, herêmên Dola Mehendê, Dola Şehîd Andok û Bedilê bi obus, hawan û tankan bomberdûman kirin.

Di 18’ê Îlonê de saet 21.00’an alaya ku li navçeya Bêşebabê ya Şirnexê ye bi obus, hawan û tankan herêma Katoyê bomberdûman kir.

19 îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG