Jİ çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8'ê Hezîranê de di saet 07.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li bejahiya Gundê Dotkanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me bi lehengî şer kiriye û gihiştiye şahadetê. Di pevçûnan de leşkereke dijmin jî hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Operasyona li dijî herêmên Dotkan, Şişemzin, Kurekawa, Mirevanî û Serî hatibû destpêkirin di heman rojê de danê êvarî bêencam paş de vekişiyaye.
Nasnameya Hevalên Me yê Gihîştiye Şahadetê;
Nasnav: Gelî Derik Nav û paşnav: Erdewan Hasan Sal û cihê jidayikbûnê: 1983 / Derika Hemko Navê dayik û bav: Nicut - Abdurrahman Sal û cihê tevlêbûnê: 2008 / Şam Dîrok û cihê şahadetê: 8 Hezîran 2012 / Gever, Colemerg |
2. Di 8'ê Hezîranê de di saet 22.20'an de li navçeya Stewra Mêrdînê li dijî lojmanên polîsan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Operasyona piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.
3. Di 9'ê Hezîranê de li navçeya Çelêya Colemergê bi tevlêbûna leşker3en qereqola 49'an operasayonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîlayên me yê YJA-Star û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin.
4. Di 9'ê Hezîranê de li navçeya Diyadîna Agiriyê li dijî Kirê Tutekê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna yekîneyên veşartî operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
5. Ji 8'ê Hezîranê û vir ve bi navber li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Ertûşa bi ser navçeya Çelêya Colemergêye û li dijî herêmên Çiyareş û Şikefta Brîndara ya bi ser Bajaroka Şeladizêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.
10 Hezîran 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê