Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7'ê Hezîranê de di saet 22.40'an de li navçeya Aricaka Elezîzê di navbera Qereqola Tirmavê û navçêyê de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin . Di encama çalakiyê de wesayiteke daggeyigi tevî 6 leşkerên tê de hatiye îmhakirin. Dijmin kuştiyên xwe bi helîkopterên skorskyan rakirine Elezîzê.
2. Di 7'ê Hezîranê de di saet 18.20'an de li ser riya Dersim-Elezîzê di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna li zîvroneka Kizilcikê qewimiye de wesayita sivîl a leşker barkirî hatiye rûxandin 5 leşker jî hatine kuştin. Piştî pevçûnê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên skorskyan kuştiyên xwe ji herêmê dûr xistiye. Dotira rojê di 8'ê Hezîranê de li dijî herêma pevçûnê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê di heman rojê de bê encam paş de vekişiyaye.
3. Di 8'ê Hezîranê de di saet 22.00'an de li navçeya Diyadîna Agiriyê li dijî lojmanên leşker û polîsan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên di lojmanên nîzamiya leşkeran de hatine kuştin. Di encama çalakiya li dijî lojmanên polîsan hate lidarxistin de hejmara kuştî û birîndaran ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
4. Di 8'ê Hezîranê de di navbera saet 20.30-23.30'an de li ser riya Agirî-Tuzlucayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê û venêrîna nasnameyan hatiye lidarxistin. Gerîlayên me ji gelê kombûye pêşketinên siyasî radigihînin , pişt re dozereke ji bo dijmin xebatê rê çekirinê dimeşîne hate tunekirin.
9 Hezîran 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê