HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya gîştî re!

Serkomîserê li ser rêya Dêrsim-Erzînganê di 8’ê Tebaxê ji aliyê gerîlayên me ve hat kuştin, yek ji komîserên ku berî niha bi mehekê li Agirî fermana komkujiyê daye. Disa di çalakiyên gerîlayen me de 5 leşker, 2 polîs hatin kuştin.

Li qada Kelîka Biçûk a di navbera Kelîka Mezin û Şehîd Kendal  a li ser xeta sînorê  Heftanîn artêşa TC ji 8’ê Îlonê ve çeper girtiye. Di 10’ê Îlonê de saet 13.00'an hêzên me yên gerîla li hember van çeperan bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin, leşkerek  ji birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC qada Deriyê Dawetiya bi obus û hawanan bombe kir.

Di 10’ê Îlonê di navbera saetên 15.30-16.30’an de li navçeya Gever a girêdayî Colemêrgê li hember qereqola girê Remo û  di 11’ê Îlonê de saet 05.45’an de li hember helîkopterên skorsky ên dixwestin leşkeran deynin qereqola girê Çetê  piştî çalakiya gerîlayên me yên bi çekên giran helîkopter neçar man paşve bizivirin. 

Di 10’ê Îlonê de saet 08.00’an gerîlayên me li hemberî qereqola Oremar a girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê û girê wê çalakiyeke bi çekên ferdî û  giran pêk anîn. Di çalakiyê de çepera hawanan û A-4 hatine derbkirin, hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Ji 8’ê Îlonê û vir ve komek kontra tên gundê Şêxan ê girêdayî Şirnexê li ve herêmê bi awayekî veşartî derdikevin eraziyê. Her wiha ev tîm li derdora gundê Mijê û gundê Sivîng keşfa eraziyê dikin û kemînan datînin.

LI MIDYADÊ JI GERÎLAYÊN ME  YEN YJA STARÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

Di 10’ê Îlonê de saet 17.25’an li hember qereqola Katmîlî ya girêdayî navçeya Midyadê ya Mêrdînê, gerîlayên me yên YJA Starê ji bo bersiva komkujiya Cizîrê çalakiya sûîqestê pêk anî. Di çalakiyê de nobedarên di 2 kulubeyên de û leşkerên li ser tankê hatin hedefgirtin. Bi zelalî 3 leşker hatin kuştin.

Di 10’ê Îlonê de saet 19.00’an li derdora otogara navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, gerîlayên me yên YJA Starê ji bo bîranîna Lokman Sune yê li Nisêbînê hat qetilkirin çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî TOMA hat hedef girtin. Wesayîta TOMA bi temamî hat îmhakirin, 2 polîs hatin kuştin û wesayîtek zirxî ya tîpa Akrep a ji bo mudaxele bike hatibû hat derbkirin û ji cihê bûyerê hat dûrxistin.

Piştî çalakiya 3’ê Îlonê li hember qereqola Şkefta ya girêdayî Êlihê, artêşa TC li navbera gundên Tilhesen, Karmûtê û Bagûta yên girêdayî navçeya Kercosê di 4’ê Îlonê de dest bi operasyonê kir. Li vê derê pevçûn derket û Hevalê  me Canşêr birîndar bibû, roja din şehîd ket. Ev operasyon di 8’ê Îlonê de vekişiya.

Nasnameya gerîlaye me wuhaye:

canser serhildan_small

 

 

 

 

Nasnav: Canşêr Adar
Nav-Paşnav: Serhildan Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik-bav: Azîme – Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2015 / Êlih

 

Qeymeqamtiya Stewrê ya girêdayî Mêrdînê ji bo navçeyê talîmat derxist û li gor talîmatê 7 mehan derketina eraziya derdor hatiye qedexekirin.

Di 8’ê Îlonê de saet 12.30’an li hember îstasyonek bazê ya Turkcellê ya gundê Xabîsa ya girêdayî navçeya Silopiyaya Şirnexê, hêzên gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anî. Ev îstasyona bazê bi temamî hat îmhakirin.

Di 10’ê Îlonê de saet 18.30’an li hember qereqola Bermalê ya girêdayî navçeya Bêşebab a Şirnexê, hêzên gerîlayên me çalakiyek sûîqestê pêk anî û leşkerek kuştin.

Di 11’ê Îlonê de saet 09.45’an helîkopterek Skorsky dema ji qereqolên Sîrya û Xargûl ên girêdayî navçeya Garisa ya Sêrtê diçû Girê Qereqola TRT’ê, gerîlayên me bi çekên navîn lê dan û Skorsky derbe kirin.

Di 11’ê Îlonê de  saet 07.00’an artêşa TC bi 3 helîkopterên Skorsky cebilxane û lojîstîk birin girê Zerga yê li sêgoşeya Hênê, Farqîn û Karaz a Amedê.

Di 9’ê Îlonê de saet 21.30’an îstasyonek bazê ya înternetê ya li Hasandinê ya girêdayî navçeya Pasûr a  Amedê, hêzên gerîlayên me bi çalakiyek sabotajê îmha kirin.

OPERASYONA LI ÇEWLIGÊ BÊ ENCAM VEKIŞIYA

Di navbera 1 û 10’ê Îlonê de artêşa TC li navbera Gêxî û Azarpêrt ên girêdayî Çewlikê operasyon pêk anî, di erazî de yekîneyên veşartî hiştin û vekişiyan. Di encama operasyonê de erazî şewitîbû, şewat hê jî didome.

Di 10’ê Îlonê de di navbera saet 16.00-19.00’an de li ser rêya Gêxî ya girêdayî Çewlikê û Dep a Elezîzê, hêzên gerîlayên me nasname kontrol kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.

LI HEMBER AVAHIYA HIKÛMETÊ YA PATNOSÊ ÇALAKÎ

Di 10’ê Îlonê de saet 22.45’an li hember Avahiya Hikûmetê ya navçeya Panos a Agiriyê, hêzên gerîlayên me çalakî pêk anî, kulubeya nobetê ya polîsan bi çekên giran gulebaran kirin û 3 polîs kuştin. Her wiha gerîlayên me polîsên li pişt 2 wesayîtên Akrep, 1 minîbus û otobusek li bexçeyê Avahiyê sekinîbûn jî kirin hedef. Piştî pevçûnê hêzên me bi sexlemî vegeriyan baregehên xwe. Tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov jî li vê qadê berdewam kir.

Di 9’ê Îlonê de saet 19.30’an artêşa TC bi koordînekirina pêgerên hewayî yên bê mirov û helîkopterên Skorsky bi 4 helîkopterên Kobra herêma Kirê Tûtek a gîrêdayî Tendurek a Agirî rasterast bomberdûman kir. Piştî rojekê jî bi 2 helîkopterên Kobra saet 10.00’an herêmên Gorde û Kirê Tûtek bomberdûman kir. Di 11’ê Îlonê jî saet di navbera 05.00-07.00’an de balafirên şer herêma Gilîdax û herêma ku Şehîdgeha General Sûat tê binavkirin bomberdûman kir. Di heman saetan de artêşa TC gundê Zorava û herêma Demîr Kapi derbas kir, ji Bazîdê heta gundên Kûlî, Înegê û Kader Çavuş ên girêdayî navçeya Bazîd a Agirî bi 2 Tank, 4 wesayîtên zirxî û transîtekê rê girt. Her wiha yekîneyên veşartî jî di erazî de hiştin.

Di 10’ê Îlonê de saet di navbera 12.30-15.00’an de qereqola Yolçati ya girêdayî Dêrsimê bi obus û hawanan herêmên Harçik, Zage, kontarê Malaxabat û Zilgê bomberdûman kir û di encama bomberdûmanê de erazî şewitî.

Di 8’ê Îlonê de Serkomîserê ku li rêya Dêrsim-Erzîncanê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû kûştin,li gor agahiyên gihişt destên me, yek ji wan komîserên mehek berê fermana komkujiya Agiriyê dabû.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Pilûr û Dêrsim-Erzîncan di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.

 Balafirên şer ên Tirk qadên gerîlayen me bombe kir

Tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Hin herêmên ser bi Xakurkê, Garê û Metîna ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin. Ji ber bomberdûmana herêmên gundên Yekmalê, Xirabê û Hese yên Metîna, şewat derket.

Di roja 11'ê Îlonê de saet di 00:00 de balafirên şer ên artêşa TC qada Lelîkan a ser bi herêma Xakurkê bombe kir.

Di roja 11'ê Îlonê de saet di navbera 00:00-05:00 de balafirên şer qadên Ergenê, Siyanê, Mam Hesen, Çirav, Gundê Sêdarê, Çemşerît, Cemrêbotkî, Kanî Kontra, Girê Sor, Kîlîse, Dola Çinarê, Kafya, Meyrokê û gundê Kaye yên Garê bombe kir.

Di 11'ê Îlonê de saet di navbera 00:00-03:30 de tevî pêgerên hewayî yên bê mirov balafirên şer qadên gundên Yekmalê, Xirabê û Hese yên ser bi Metîna bombe kir. Di encama bomberdûmanê de li herêmê şewat derket û zeviyên gundiyan zerar dîtin.

Di 11'ê Îlonê de saet di navbera 00:00-03:00 de balafirên şer li Çemço û Sîda yên ser bi herêma Zapê bombe  barandin.

Di 10'ê Îlonê de saet di navbera 09:00-19:00 de li ser herêma Qendîlê, ji saet 19:30 ê 10'ê Îlonê heta saet 05:00 ê 11'ê Îlonê li herêma Garê, roja 11'ê Îlonê saet di navbera 05:00-12:00 de li herêma Avaşînê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin. Her wiha ji 7'ê Îlonê û vir ve li ser herêma Geliyê Dostkî jî bi heman rengî keşif tê kirin.

Di roja 10'ê Îlonê de saet di navbera 12:00-12:30 de li herêma Qendîlê, saet di navbera 12:00-14:00 de li herêma Xakurkê û roja 11'ê Îlonê de saet di navbera 00:00-03:00 de li herêma Avaşînê balafirên şer geriyan.

Di roja 10'ê Îlonê de saet di navbear 14:00-14:30 de qereqola Oremarê ya ser bi navçeya Colemêrg Geverê, qada Şehîd Gafûr a herêma Avaşînê, saet di navbera 23:00-00:00 de jî Girê Sîvrî ya ser bi qereqola Bezelê, qada Girê Sor bi obus û hawanan bombe kir.
11 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG