ji çapemenî û raya gîştî re!
Hevalê Mesûd ji malbatek welatparêz û kedkar bû, taybetmendiyên gelê Mahabadê yên berxwedêr pêre hebûn, bi gelê Kurd û nirxên gelê xwe ve girêdayî bû. Hevalê Mesûd sala 1999’an wek bersiveke ji Komploya Navneteweyî re tevlî nafa refên têkoşînê bû. Bi vê meşa wî ya bi biryar, bi têkoşîn û israr li hemberî her cure paşverûtiyê, ji xwe re refên azadiyê esas girt. Hevalê Mesûd li herêmên Xinere, Qendîl, Behdînan, Heftanîn û Zapê xebat meşand. Di xebatên xwe de bi kesayeteke jîr, pêşeng û fedayî li nav refên gerîla gelek wezîfe û berpirsiyartî girt û bi serketî ev wezîfe pêk anî. Hevalekî di jiyan û rêxistinkirinê de zelal, di rêhevaltiya xwe de dilnizm û kûr, di xebatên xwe de bi coş û bi xwestek bû. Ji ber vê hevalan jê hez dikirin, rêz digirtin û ji xwe re mînak digirtin. Hevalê Mesûd ji bo xwe pêş bixe pir hewl dida û wiha dihat nasîn. Dixwend, lêkolîn dikir, bi lêkolînan coş digirt û xwe pêş dixist. Hevalê Mesûd xwedî sekneke mîlîtanî bû.
Hevalê Mesûd xwedî seknek mîlîtanî ya her pêvajoya girîng dixwaze bû û nirxên gelê me afirandî û pêşketinên derxistiye holê rast dinirxand, di sala 2012’an di êrîşên pêk hat de şehîd ket û tevlî karwanê şehîdên azadiyê bû. Em hevalê Mesûd û tevahî şehîdan ên sembolên mînak ên bi felsefeya jiyana Apoyî pêşketin afirandine û meşa milîtanî ya bi biryar û bi tarzekî radîkal pêk anîne bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya serketinê dubare dikin.
Nasnameya gerîlayê me e şehît kete wiha ye:
Nasnav: Mesûd Mahabad
Nav-Paşnav: Kamûran Îsmaîlî
Cihê jidayikbûnê: Mahabad
Navê Dayik-Bav: Menîce - Elî
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Adarê 2012 /Herêmên Parastinê yên Medya
11 Îlon 2015
Navebda Çapemenî û Ragihandina HPG