Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 13’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Haşbera Biçûk û Mezin ku girêdayî Akdaga Dara Hênê ya Çewlikê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Piştî êrîşê li qadan şewat derketiye û li hember qadan sewqiyata leşkerî tê kirinê.
2. Di daxuyaniya me ya 13’ê îlonê de me dabû daxuyandin ku di 8’ê îlonê de li Çelê di pevçûnekê de hevalê me yê bi navê Aslan (Mûzelîf Taşkin) şehîd ketiye, îro hevalê me Aslan bi awayekî saxlem gihîştiye yekîneya xwe.
3. Di pevçûna 8’ê îlonê de ji hevalên me yên şehîd ên ku sicîlên wan diyar nebûbû, yek ji wan hevalê Cudî (Rizgar Aşkan) ye.
Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de;
Cudî Faraşîn Rizgar Aşkan 1991 / Bêşebab 2006 Seyran Adıl 8 Îlon 2009 / Çelê, Colemêrg |
4. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê hevalê Cudî Faraşîn ku li Çelê şehîd ketibû bibîranî û da zanîn ku rêheval Cudî digel emrê xwe yê biçûk ji têkoşîna azadiyê bandor bûye û di demeke kurt de behre û tecrûbeyên hevalên xwe hîn bûye û bi vê zîrekiya xwe beşdarî xebatên pratîk bûye û ji ciwanên kurd re di mijara jiyanek û têkoşîneke çawa bê dayîn de bûye mînak. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di şexsê malbata Aşkan de ji hemû gelê Kurdistan ên welatparêz re sersaxî xwest.
14 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê