HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 12’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember qadên Sisê, Dêrxus,  Goma Meryem ku girêdayî qada Şehîd Kendal ku bi ser Licêya Amedê ve girêdayî ne operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyon danê êvarî bi kemînavêtin û keşfan bi paş ve vekişiyaye.

2. Di 11’ê îlonê de li bejahiya Gundê Tepecîkê ku girêdayî Pasûra Amedê ye, zarokek pêlî mayînekê kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Mayîna ku bahsa wê tê kirin re, tu têkiliya me nîn e. Ev mayîn bi zanebûn ji hêla Artêşa TC’ê hatiye dayîn. Divê gelê me li hember nûçeyên berovajîkirinê yên Artêşa TC’ê hişyar be û baweriya xwe bi wan neyne.

3. Operasyona Artêşa TC’ê ku di 8’ê îlonê de li hember bejahiya Çelê hatibû destpêkirinê, ber bi qadên Samûra, Çelê Duguh, Mêrga Şemzînan, Deriya Rebenê û Deşta Xanê ve hatiye berfirehkirinê.

4. Di 8’ê îlonê de bi şev saet li derdora 03:00’yan ji hêla firokeyên kobra yên Artêşa TC’ê ve qada Zavîtî ku girêdayî Çelê ye hatiye bombebarankirinê. Piştî bombebaranê, bi firokeyên skorsky sewqiyata leşkerî hatiye kirin û di dema operasyonê de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên Artêşa TC’ê de pevçûn derketiye û di vê pevçûnê de hevalên me yên bi navê Aslan (Muzelîf Taşkin), Dilgeş (Ramazan Yildiz) û Kemal (Azîz Ozer) ku sicîlên wan tespît bûne û sê hevalên me yên din ku sicîlên wan tespît nebûne gihîştine şehadetê. Piştî ku agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de zelal bûn, em ê ji gelê xwe re ragihînin.

5. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê rêheval Kemal, Aslan û Dilgeş bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate diyarkirinê ku, hevalên me yên şehîd de ku bi mûtewazîbûn û jidilbûnên xwe bi rihekî bibawer heta dawiyê bê navber têkoşîn dane, em ê heta dawîn di şopa wan de bimeşin. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bang li gel kir ku, baweriya me tam e ku wê gelê me yê welatparêz bi rihê serhildanê cenazeyên wan milîtanên xwe yên bi nirx xwedî derên û di şexsê malbatên Yildiz, Omer û Taşkin de ji gelê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxî hate xweştin.

Agahiyên der barê hevalên şehîd de;

Kemal Kato
Azîz Ozer
1979/Çelê
1993/Çelê
Heybet
Haci

Kemal Kato:

Rêheval Kemal di sala 1979’an de li gundê Şivîskê ku girêdayî Çelê ye, di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Ji malbata hevalê Kemal beşdariyên din jî çêbûne û di têkoşîna azadiyê de birayê mezin ê hevalê Kemal jî şehîd dikeve. Di sala 1993’yan de di dema ku tevgera azadiyê li herêmê asta şer bilind dike û her diçe serhildanên gel mezin dibin, hevalê Kemal beşdarî nav refên gerîla dibe. Hevalê Kemal piştî ku heşt salan li Eyaleta Zagrosê di nava pratîkê de dimîne, her dem bi awayekî çalak û li pêş girêdana xwe ya gel û şoreşê nîşan daye. Di pênc salên xwe yên dawîn de jî bi hewldayîna rêhevaltiya Rêber Apo, di şert û mercên herî dijwar de peywir girt û li Eyaleta Erziromê hetanî Fermandariya Herêmî yê Eyaleta Erziromê peywir girt. Hevalê Kemal rastiya serokatî wiha dinirxande; “Mirov bibe hêviya gelek û vê jî di xwe de temsîl bike” Di jiyana şoreşgerî ya 16 salan de, hevalê Kemal bû sembola serkeftina karên herî dijwar û bilindkirina çanda berxwedaniyê.

 

Aslan Samûra
Mûzelîf Taşkin
1974/Çelê
1989/Çelê
Hizim
Îsmaîl

Aslan Samûra:

Hevalê Aslan di sala 1974’an de li gundê Heşetê ku girêdayî Çelê ye hatiye dinê û di sala 1989’an de beşdarî nava refên gerîla bûye. Di têkoşîna xwe ya dûr û dirêj de hevalê Aslan di serî de li Botan, Serhed, Zagros û sehayên başûr maye û di asta fermandariya tabûrê de peywir girtiye û her dem zirûfên herî germ ên şer de ji bona xizmeta gel ked daye. Hevalê Aslan di pratîkên xwe yên şer de, çar caran xelat girtiye û digel ku di şer de pênc caran birîndar bûye jî, tu caran ji xebatên şoreşê qut nebû. Hevalê Aslan ku bixwe ji eşîra Pinyanişê ye, ji malbateke welatparêz bû. Ew bi kedkarî û hêlên xwe yên şerker, bû pêşengê gelê xwe yê ku ber bi azadiyê ve diçe. Ji bona me deynek e ku em fikr, xeyal û hestên wî yên ku wî ber bi azadiyê ve dibirine pêk bînin.

 

Dilgeş Serxwebûn
Ramazan Yildiz
1977/Çelê
1993/Çelê
Gulistan
Mehmet Elî

Dilgeş Serxwebûn:

Hevalê Dilgeş di sala 1976’an de li navenda Çelê hatiye dinê û di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Ji ber ku ji malbata wî şehîd hene, kiriye ku bi awayekî hestiyar û bi girêdaneke zexm tevlî bibe. Ji ber ku ji hêla derdorê ve gelek dihate hezkirinê, ev di şikilgirtina kesayetiyê  de bandaroke mezin lê kiriye. Bi vî awayî di nava refên PKK’ê de jî ji hêla her hevalî dihate hezkirinê. Piştî ku sê salan li Eyaleta Zagrosên pratîk kir, lingek xwe winda kir û demekê tedavî dît, piştre li qada serokatî perwerdehiya Rêber Apo dît. Ji ber ew hêza îdeolojîk ku ji Rêber Apo digire, digel ku bi lingekî ye, bi xwebawer, azweriya xebat û têkoşînê careke din berê xwe dide çiya. Hevalê Dilgeş bi mûtewazîbûn û jidilbûna xwe, wê çawa têkoşîn bi rihekî bawermend bê meşandin, her dem ji hevalên xwe re bû mînak.

13 Îlon 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê