HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Di 10’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Koyî Spî ku girêdayî Eyelata Amedê ye êrîşeke hewayî li dar ketibû û di vê êrîşê de hevalê me yê bi navê Rizgar Derxust ku Alîkarê Fermandarê Eyaleta Amedê bû birîndar bûbû. Digel hemû hewldanên me rêheval Rizgar gihîştiye şehadetê.

Rizgar Derxust

Hevalê Rizgar di sala 1977’an de li navçeya Licê ku girêdayê Amedê yê hatiye dinê. Hevalê Rizgar ji malbeteke welatparêz mezin bûye û hetanî dibistana seretayî xwendiye. Di emrekî biçûk de di sala 1991’ê de tevlî têkoşînê azadiyê bûye.

Hevalê Rizgar di tevahiya jiyana xwe ya di nava rêxistinê de bi mûtewazîbûn, pêşengî û bi sekna xwe di dilê hemû hevalan de cî girtibû. Bi vê sekna xwe girêdana xwe ya bi serokatiya xwe, bi gelê xwe, bi rêhevalên xwe û bi têkoşîna xwe her dem nîşan daye. Ji roja ku beşdarî refên gerîla bûye, her dem peywirên xwe bi layîqî aniye cî û herî dawîn jî peywira alîkariya fermandariya eyaleta Amedê dikire.

 

Rızgar - Mehmet Sogût

Rızgar Derxust

Mehmet Sogût

1977 / Dîbek k. Licê

Asiye

Ezîz

1991 / Amed

 

17 Pûşper 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê