HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 17’ê pûşperê de artêşa TC’ê danê êvarî saet di navbera 19:00-20:00’an de qada Çarçela û gundê Kizil ku girêdayî Zagrosê ne daye ber obûs û hawanan.

2. Di di 15-16’ê pûşperê de artêşa TC’ê Dola Sertêl, Tengava Karwanan û qada Şehîd Sebrî ku girêdayî çiyayê Cîlo ne daye ber obûs û hawanan.

3. Di 15’ê pûşperê de artêşa TC’ê li qada Kizilagaç ku girêdayî navçeya Kanîreşa Çewlikê ye operasyonek daye destpêkirinê û di 17’ê pûşperê de jî bêyî ku encamek bigire bi paş ve vekişiyaye.

4. Di 13’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Salara û Begoza ku girêdayî Şemzînana Colemêrgê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyona ku kobra jî cî girtine, ji hêla kobrayan ve qad hatine bomberînkirinê. Operasyona navborî di 15’ê pûşperê de qediyaye.

5. Di 13’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hebmer qada Geliyê Dostkî ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye operasyonek hatiye destpêkirinê. Heman rojhê êvarî saet di 21:00’an de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker de pevçûn hatiye jiyandin. Di pevçûnê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û gerîlayekî me yî bi navê Kamuran Efrîn (Rifat Adnan Hawara)  bi lehengî şer li dar xistiye û gihîştiye şehadetê.

Agahiyên der barê hevalê şehîd de;

Kamuran - Rifat Adnan Hawara

Kamuran Efrîn

Rifat Adnan Hawara

1990 / Efrin –Bilbil

Zeynep

Adnan

2007 / Efrîn

6. Di 12’ê pûşperê de li hember bejahiya bajarokê Bazirganê ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye operasyonek hatiye li dar xistinê. Piştî ku di 14’ê pûşperê de operasyon bi paş ve vekişiye, li erazî yekîneyên veşartî hatine hiştin.

7. Di 11’ê pûşperê de li hember qadên Zadî û Çavreş artêşa TC’ê operasyonek li dar xistiye. Operasyona ku kobra, hawan û obûs hatine bikaranîn de, bêyî ku encamek bê girtin di 13’ê pûşperê de bi paş vekişiyaye.

8. Di 9’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Mala Xudeyê ku di navbera navçeyên Hozat û Çemîşgezeka Dersîmê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Piştî ku operasyon di 15’ê pûşperê de bi paş ve vekişiyaye, yekîneyên veşartî li erazî hiştine û ev yekîne keşf dikin û kemînan davêjin.

9. Di 7’ê pûşperê de artêşa TC’ê qada Cudî ku bi ser Şirnexê ve girêdayî ye daye ber hawan û obûsan. Ji bilî van firokeyên kobra jî qada bombebarîn kirine û di encamê de li erazî şewat derketiye û hê jî ev şewat didomin.

10. Di 4’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Çekçeko, Avyan, Diryan û Kanîbotkê ku girêdayî Bestaya Şirnexê ne operasyonek hatiye li dar xistin û di 10’ê pûşperê de operasyon bi paş ve vekişiyaye. Piştî operasyonê artêşa TC’ê yekîneyên veşartî li erazî hiştine û ev yekîne kemînan davêjin û xebatên keşfê dikin.

18 Pûşper 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê