Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hevrêyê me Botan, li herêma Garê dema ku bi erka xwe radibû di 18'ê Mijdara 2021'ê de di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a qirker de şehîd bû. Diyar e ku ev êrişa nemerdane di encama sîxurî û îxbarê de hatiye kirin.
Hevrêyê me Botan li gelek qadên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi fedakarî ked kar, kar kir û milîtanekî pêşeng ê Apoyî bû. Berevajî îdîayên çewt ên medya şerê taybet a Tirk, berpirsyarê têkiliyên derve yê partiya me nîne.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Botan wiha ye:
Nasnav: Botan Malazgîrt |
Botan – Lêhat Goren
Hevrêyê me Botan li bajarê berxwedanê yê Serhedê li Milazgirê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû ku berdêlên gelekî girîng daye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Ji ber van taybetmendiyên malbatê, hevrêyê me Botan partiya me PKK nas kir û sempatiya xwe jê re çêbû. Bi bandora têkoşîna azadiyê ya partiya me û şehadeta xizmên xwe, hevrêyê me Botan ji demên ciwantiyê û pê ve tevlî karên legal bû. Lê belê baweriya xwe bi wê yekê anî ku li dijî dewleta Tirk a ku qirkirinê li gelê me ferz dike, tenê bi têkoşîna çekdarî serketin dikare bê bidestxistin, lewma berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.
Hevrêyê me Botan piştî ku demekê li herêmên Zap û Avaşînê ma, di nava vê pêvajoyê de pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê hîn bû û ev pîvan bi rengekî serketî xiste pratîkê. Di heman demê de li ser têkiliyên hevrêtiyê kûr bû ku yek j pîvanên bingehîn ên partiya me ya li nava gerîla ye û ji bo hêjayî Rêber Apo û şehîdan bibe timî hewl da. Her wiha di vê pêvajoyê de ji aliyê leşkerî ve jî xwe bi pêş ve xist û ji bo karibe bi her awayî li dijî mêtingeriyê şer bike xwe amade kir. Sala 2015'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Rojava kir, hevrêyê me Botan bi hawara gelê me yê li vê derê ve çû û tevlî gelek şer û pêngavên şoreşgerî bû, di rizgarkirina mirovahiyê ji faşîzma DaÎŞ'ê de bû xwedî kedeke mezin. Tevî ku di vê pêvajoya şer de gelek caran birîndar bû, ji daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê bi gavekê jî venegeriya. Berevajî, kîna xwe ya li dijî dijmin mezintir kir û baweriya serketinê ya bi têkbirina mêtingeriya Tirk re di kesayetiya xwe de bi cih kir. Ji bo vê jî gihîşt wê encamê ku divê di gerîlatiya profesyonel û felsefeya Rêbertî de bêhtir xwe kûr bike û tevlî pêvajoyên perwerdeyê bû. Piştî vê kûrbûnê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pejirand û bi erka fermandariyê bû yek ji pêşengên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Hevrêyê me Botan li ser şarezabûna xwe ya ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve, di nava jiyanê de jî bi kesayetiya xwe ya xwezayî û sade bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi kesayetiya xwe ya fedakar û kedkar pêşengî ji kar re kir û bû mînakekî şênber ji xeta fermandariya serdema nû re. Heta kêliya ku şehîd bibe bi vê têgihiştin û berpirsyariyê tevlî bû.
Hevrêyê me Botan hêr kêliya xwe bi têkoşînê derbas kir û di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bû xwedî kedeke girîng. Bi hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê wezîfeyên welatparêziyê bi cih anî. Di serî de malbata hêja ya Goren em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku serketinê teqez bikin, ku fermana şehîdan e.
28’ê Mijdara 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê