Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna;
– 27'ê Mijdarê saet di 15:00 li qada Girê Mîlîtan a Qaşûrayê, li dijî çepereke A-4 a dagirkeran, hêzên me çalakiyek li dar xistin.
Di encama vê çalakiyê de dagirkerek birîndar bû.
– 28'ê Mijdarê saet di 10:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Mîlîtan, tîmên gerîla yên bi tevger ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî li dar xistin.
Baskên yekemîn û duyemîn bi hevdemî ji cihekî nêz ve li 6 dagirkeran xistin. Di vê çalakiya serketî de ku bi taktîka gerîla ya serdema nû hate kirin herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.
2. Di navbera 27 û 29'ê Mijdarê de li herêma Zapê, qadên Çemço, Rênçbiraxa, Girê FM û Sîda ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.
– 27'ê Mijdarê saet di 15:15'an li herêma Metînayê qada Girê Hakkarî bi balafirên şer hate bombekirin.
– 20'ê Mijdarê saet di 18:00 de li herêma Garê qada Ergenê, 27'ê Mijdarê saet di 15:00 de qada Deriyê Hirçê bi balafirên şer hatin bombekirin. Di encama vê bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de xisar li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû.
29’ê Mijdara 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê