HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

13'ê Tebaxa 2021'ê di bombardûmana artêşa Tirk a mêtinger de ya li ser herêma Garê, hevrêyên me Canfeda û Çiyager gihiştin şehadetê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên ku gihiştin şehadetê wiha ne:

 

Nasnav: Canfeda Welat
Nav Paşnav: Abdullah Hamo
Cihê Jidayîkbûnê: Kobanê
Dayik – Bav: Naîle – Salîh
Dem û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2021’an / Garê

Canfeda – Abdullah Hamo

 

Nasnav: Çiyager Kahraman
Nav Paşnav: Halîl Mamo
Cihê Jidayîkbûnê: Efrîn
Dayik – Bav: Ayşe – Hanon
Dem û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2021’an / Garê

Çiyager – Halîl Mamo

Hevrêyê me Canfeda li Kobanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêm navenda destpêkê ya têkoşîna mezin a li dijî tarîtiya DAÎŞ'ê bû ku serketineke mezin bi dest xist û mirovahî ji gefeke mezin rizgar kir. Di temenekî ciwan de li dijî êrişên çeteyên dagirker tevlî nava refên têkoşînê bû û bû xwedî karakterekî xurt ê ku bi şer ava bû. Hevrêyê me Canfeda ku tevlî pêvajoya serketinê ya li Kobanê ya bi navê mirovahiyê bû, navber neda têkoşÎna xwe û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Bi tevlîbûna li nava refêng gerîla re têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerên faşîst dewam kir. Tecrûbeya xwe ya şer bi gerîlatiya dema nû re kir yek û bû neferekî xurt ê têkoşîna azadiyê ya gelê me. Hevrêyê me gelekî bi baldarî nêzî Felsefeya Jiyana Azad a Rêber Apo dibû û ji bo kesayetiya partiyê di şexsê xwe de şênber bike her tim hewl dida teoriyê bixe pratîkê, di rêya rastiyê de her tim meşiya û bi pêş ket. Tevî temenê xwe yê ciwan bi taybetmendiyên kesayetiya xwe ya têgihiştî û bi biryar, bi sekna xwe ya milîtanî di nava hevrêyên xwe de bû gerîlayekî mînak. Hevrêyê me di pratîka gerîlatiyê de her tim encameke herî xurt danî ber xwe, bêyî biweste bi hemû hêza xwe tevlî karên şoreşê bû, bû hêzeke moral û motîvasyonê. Hevrêyê me Canfeda hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran derbasî qada şer kir û rêya paşeroja bi rûmet nîşanî ciwanên Kurd da. Hevrêyê me Canfeda wê di têkoşîna me ya gerîla de ku ber bi serketinê ve dimeşe, timî rêya me ronî bike.

Hevrêyê me Çiyager li Helebê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Di dema Şoreşa zadiyê ya Rojava de bi bandora têkoşînê tevlî nava refên şoreşê bû. Li dijî dagirkerên ku hewl didan şoreşê tune bikin, hevrêyê me Çiyager piştî ku Rojava azad bû berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Çiyager ku xeta têkoşînê ya Apoyî ya ku azadiya gelan misoger dike ji xwe re kir esas, bi rengekî bêsînor û bêteredût tevlî bû. Tecrûbeya xwe ya şervaniyê bi rêbazên gerîlayê serdemê re dewlemend kir û bi hezkirina ji hevrêyên xwe û dilsoziya bi şehîdan re dihate naskirin. Bi kesayetiya xwe ya kedkar bi ruhê milîtanî tevlî her karî bû, bi coş û moralê xwe ji bo hevrêyên xwe her tim bû çavkaniya hêzê. Hevrêyê me Çiyager her tim hewl da di îdeolojiya Apoyî de xwe kûr bike, timî dixwend û ya ku hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikir. Li dijî êrişên dagirkeran weke gerîlayekî milîtan her tim li refên herî pêş bû. Ji bo xewn û xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne, hemû wezîfe bi cidiyeta şoreşgerî, bi rengekî serketî pêk anî. Li her devera ku lê bû di demeke kurt de hîn dibû, di nava hevrêyên xwe de jî bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Çiyager wê bi ruhê milîtaniyê pêşiya têkoşîna me ronî bike.

Hevrêyên me Canfeda û Çiyager bi rêbazên têkoşînê û jiyana xwe bûn ji mînakên bijarte yên kesayetiya milîtan a Apoyî. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Canfeda û Çiyager em sersaxiyê ji tevahiya xelkê me yê Rojava ku dilê xwe bi şoreşa azadiyê lê dide, di xwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê wezîfeya xwe ya serketinê ku şehîdên me yên hêja dewrÎ me kiriye teqez bi ser bixînin.

28’ê Îlona 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê